Fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ li Baselê hate nîşandan

Fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ ku berxwedana Sûr a Amedê vedibêje li bajarê Basel ê Swîsreyê hate nîşandan. Li ser navê tîma fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ Diyar Hesso kedkarê fîlm Mazdak Ararat jî bibîr anî.

Li bajarê Basel ê Swîsre filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ hat nîşandan. Di nîşandanê de tîma çêkirina fîlm, endamên Komîna Fîlm a Rojava jî amade bûn. Piştî nîşandana fîlm şehîd Mazdek Ararat (Omer Bagci) ê yek ji çêkerên fîlm û damezrînerên Komîna Film a Rojava, hate bibîranîn. Li ser navê tîma film Diyar Hesso axivî û Bagci bibîr anî.

Hesso got: “Em kêfxweş in û rûmetdar in ku em di vê rojê bi taybetî de hatin gel hev û me fîlm ‘Ji Bo Azadiyê’ bi hev re temaşe kir. Gelek hevalan ked dane. Bi sedan sînemager, hunermend, şervan û xelkê Rojava di fîlm de kar kir. Yek ji wan kesên herî zêde ked dane, yek ji wan ku nebane belkî ev fîlm derneketiba, Şehîd Mazdek Ararat bû. Beriya salekê wekî îro me heval Mazdek şehîd bû."

Hesso bal kişan ser kesayetiya Mazdak Ararat û got: “Heval Mazdek, sînemager, hunermend, şoreşger, kedkar bû. Dema êrîş li ser Kobanê hebû, dest ji her tiştî berda û çû Kobanê tevlî berxwedanê bû. Paşê jî, dema Kobanê rizgar bû; me bi hev re Komîna Fîlm a Rojava ava kir. Li wê derê jî heval Mazdek pir ked da. Perwerdeya sînema da, keç û xortên Rojava fêrî sînema kir. Fîlmê yekem ku Komîna Fîlm a Rojava çêkir, wî derhêneriya wê kir.

Dema me fîlm jî çêkir dîsa heval Mazdek hema hema ji her kesî bêhtir ked da. Ji bo avakirina dekor, li taxekê me ava kir. Hem ji aliyê hunerî hem ji aliyê avaniyê, heval Mazdek li ser disekinî. Lê di heman demê de bû hevalê her kesî li taxê, hevalê zarok û kalên taxê. Dema pirsgirêkek wa hebiya, dîsa bi heval Mazdek re parve dikirin.

Em van tiştan tînin ziman ji bo ku hûn jî baştir wî nas bikin û fam bikin. Ji ber ku bi rastî hem kedkar hem rewşenbîr bû, hem karker hem hunermend bû, hem şoreşger hem zana û pêşengek civakê bû. Mamoste, evîndar, dostê zarokan bû ... Berî her tiştî jî, rêheval bû …

Pir keda wî li ser me jî çêbû, em fêrî pir tiştan jê bûn. Em bi hurmet, minet û hezkirin bibîr tînin … Şopa wî rêya me ye.”