Fîlmê 'Ji bo azadiyê' ji ÎFFG'ê jî xelatek wergirt

Fîlmê 'Ji bo azadiyê' (The end will be spectacular), ku derhêneriya wê ji aliyê Ersîn Çelîk ê ji Komuna Sînema ya Rojava ve hatiye kirin, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gorinchem (ÎFFG) xelata temaşevanan wergirt.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gorinchemê ku li bajarê Gorinchem ê Hollandayê tê lidarxistin, îsal di navber 17-22'ê Nîsanê de ji ber şewba Covîd-19 bi rengekî online pêk hat. Komîteya festîvalê îsal du xelat da. Yek ji van xelatan 'Xelata Jûrî ya Ciwan' bû, xelata duyemîn jî 'Xelata Temaşevanan' (Audience Award) bû, ku xwediyê vê xelatê jî bi dengê temaşevanan hate hilbijartin. Fîlmê 'Ji bo azadiyê' (The end will be spectacular), ku derhêneriya wê ji aliyê Ersîn Çelîk ê ji Komuna Sînema ya Rojava ve hatiye kirin, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gorinchem (ÎFFG) xelata temaşevanan wergirt.

Amadekarên festîvalê dema ku xelat ragihandin, li ser fîlmê 'Ji bo azadiyê' wiha gotin: "Mîna her salê îsal jî em xelata temaşevanan didin ku ji aliyê temaşevanan ve hatiye hilbijartin. Çêkirina fîlmekî gelekî kar jê re divê. Ji bo sînemaya cîhanê afirînerî, biryardarî û bawerî pêwîst e. Ji destpêkê heta dawiyê çêkirina fîlmekî pêvajoyeke gelekî dirêj e. ÎFFG di wê baweriyê de ye ku pêwîste eleqeya jê re divê ji van fîlman re bê nîşandan û ji bo çêkerên fîlm vî karê xwe dewam bikin, teşwîq dike. Xelata temaşevanan a ÎFFG'ê hem teşwîq e, hem jî pîrozkirin e. Xelata temaşevanan a ÎFFG 2021 radestî fîlmê 'Ji bo azadiyê' yê Ersîn Çelîk hate kirin. Çêker bi vegotina çîrokê xwedî li bîranîna yên mirine, derkeve. Fîlmekî şer ê taybet e ku xwe dispêre mirov û bûyerên rastî."

'FÎLM BERIYA NIHA HÊJAYÎ GELEK XELATAN HATIBÛ DÎTIN'

Ji rêveberiya festîvalê Anika Van Der Kevie jî li ser fîlm wiha got, "Em derhênerê fîlmê 'Ji bo azadiyê' Ersîn Çelîk û tîma wî pîroz dikin. Ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dan, we fîlmekî bêhempa li ser têkoşîneke dijwar çêkirin. Hûn hêjayî vê xelatê ne. Ji bo we û projeyên dema bê, serketinê û karê herî baş hêvî dikim."

Fîlmê 'Ji bo azadiyê' ku qala berxwedana Sûrê dike, berê jî hêjayî gelek xelatan hatibû dîtin.

Li gorî derhênerê fîlm, fîlm wê êdî li gelek welatan li ser Vimeoyê jî karibe bê temaşekirin.

Li Îngilistan, Elmanya, Swêd, Belçîka, Awûstûrya, Swîsre, Norwêc, Hollanda, Îrlanda, Yewnanistan, Estonya, Luksembûrg, Fînlandiyayê bi jênivîsa Îngilîzî, Elmanî û Tirkî ji vê lînkê dikare bê temaşekirin:

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi jêrnivîsa Tirkî ji vê lînkê dikare bê temaşekirin: