Filmê ‘Ji Bo Azadiyê‘ îşev di Stêrk Tv de tê weşandin

Filmê ‘Ji Bo Azadiyê‘ ya li ser berxwedana 100 rojî ya Sûrê di sala 2019’an de li bajarê berxwedanê Kobanê hatibû kişandin, îşev li gorî saeta Amedê di saet 21.00’an û li gorî saeta Brûkselê di saet 20.00’an di Stêrk Tv de tê weşandin.

Filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ ya li ser berxwedana 100 rojî ya Sûra Amedê ku di sala 2019’an de li bajarê berxwedanê Kobanê hatibû kişandin û di sala 2020’an de dest bi nîşandana wê hatibû kirin, li asta cîhanê de rastî eleqeyeke mezin hati bû. Filmê ‘Ji Bo Azadiyê‘ îşev li gorî saeta Amedê 21.00’an û li gorî saeta Brûkselê di saet 20.00’an de di Stêrk Tv de tê weşandin.

Filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ di nava salekî de tevlî 12 festîvalên filmên herêmî û navnetewî yên weke Festîvala Filman a Kolkata ya Hîndistanê, Festîvala Film a Rottedarm ya Hollandayê (Europa), Festîvala Film a Rojava, Festîvala Film a Lêlûn û hwd. bû. Ji derveyî festîvalan li seranserê bajarên Rojava bê beramber ji gel re hat nîşandan. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî ji bo gel hat nîşandan. Li bajarê Silêmaniyê di serê salê de hat plankirin li Sînema Salim were nişandan lê asayîşa Silêmaniyê li ser daxwaza dewleta Tirk asteng kir. Tevî wê yekê jî li Zanîngeha Silêmaniyê ji bo xwendekaran hatibû nîşandan.

Derhênerê fîlmê Ersîn Çelîk e û fîlm ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve li Kobanê hatiye kişandin. Mijara fîlmê berxwedana dîrokî ya Sûrê ye. Di dawiya sala 2014’an de dewleta Tirk navçeya dîrokî ya Sûrê dorpêç kir û li hemberî vê dorpêçê komek ciwanên Kurd 100 rojan li ber xwe dan. Fermandarê vê berxwedanê Çiyager gotibû; encam çi dibe bila bibe dê dawî behêmpa be. Ev gotin di hafizaya Kurdan de cih girt.