Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt

Dokûmantera Hêza ku Derya Denîz derhênerî jê re kir, di Festîvala Xelatên Fîlmên Jin ên Serbixwe ya Los Angelesê de xelata dokûmantera herî baş wergirt.

Festîvala Fîlmê Jinan a Serbixwe ya Los Angelesê (LA) ku îsal cara heftemîn tê lidarxistin, ji gelek deverên cîhanê berhemên jinan li hev kom kir.

"Fîlmê vegotinê yê demdirêj ê herî baş", "Montaja herî baş û çîroka kurt a herî baş", "Derhênera/ê herî baş", "Aktrîsta/ê herî baş", "Fîlmçêkera/ê herî baş", "Sînematografiya herî baş" û "Dokûmantera herî baş" jî di nav de di 25 beşan de xelat li festîvalê hatin dayin.

Di festîvalê de Dokûmantera Hêza hêjayî xelata 'Dokûmantera herî baş' hate dîtin.

Dokûmantera Hêza meha Nîsanê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Bodenê ya Swêdê xelata 'Dokûmantera herî baş', li Bhûtan a Başûrê Asyayê jî di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Drûk de jî xelata "Serketina bilind" wergiribû.

Derhênera 37 salî ya dokûmanterê Derya Denîz diyar kir ku dokûmantera Hêza ji bo hemû jinên ji DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin û yên li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dane, hatiye amadekirin û xelatên tên dayin jî yên wan e.

Dokûmantera Hêza qala çîroka jineke Êzidî dike ku 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê, ji ber êrişa çeteyên DAÎŞ'ê jiyana wê bi temamî guherî.

"Hêza" ji aliyekî ve qala rastiya qirkirinê dike, li aliyê din jî têkoşînê vedibêje.

Çîroka Hêza di heman demê de vegotina jinên hatine revandin, kolekirin, qetilkirin, întixarkirin û ber bi azadiyê ve dimeşin.

Hêza jineke Êzidî ye ku fermandareke YJŞ'ê ye, ku di dema fermanê de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû revandin û revandibûn Reqayê. Li Reqayê gelek caran hewl da întixar bike û dawiya dawî xwe ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir û tevlî nava refên YJŞ'ê bû.

Hêza di sala 2016'an de jî weke fermandareke YJŞ'ê tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê dibe.