Fîlmê 'Dema Dirîreşkan' li Qamişloyê hate nîşandan

Fîlmê “Dema Dirîreşkan”li bajarê Qamişloyê hate nîşandan. Gelek kesî li fîlm temaşe kirin.

Fîlmê “Dema Dirîreşkan”doh êvarê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişloyê hate nîşandan.

Nivîskarê çîroka fîlmê “Dema Dirîreşkan” Murat Turk got: Ev çîroka gerîlayekî Tevgera Azadiyê ye ku di sala 1995’an de li herêma Çewlikê qewimî. Cara yekem fîlm ji aliyê derhêner Haşim Aydemir ve hatiye çêkirin.”

Alîkarê derhîner Nûman Yiğit got: “Filmê me yê bi navê Dema Dirîreşkan bi derhêneriya Haşim Aydemir sala 2017’an hate kişandin, her wiha derhêneriya fîlmên “14`ê Tîrmehê” û “Surda Devran” jî kiriye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîna Fîlm a Rojava wek helwestekê li hember astengkirina nîşandana fîlmê “Ji bo Azadiyê”, fîlmê “Dema Dirîreşkan” li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê kişandibû. Lê filmê xelata baştirîn sînematogerafiyê ya Festîvala Fîlman a Silêmaniyê wergirtibû.

Ekîba fîlmê xelat red kiribû û gotibû: “Em ji ber astengkirina pêşandana fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ ji festîvalê vekişîn. Ji ber wê em vê xelatê qebûl nakin.”