Fîlmê ‘Dema dirîreşkan’ li Baselê hate nîşandan

Fîlmê bi navê Dema Dirîreşkan a ku Komuna Fîlm a Rojava çêkiribû li bajarê Baselê yê Swîsreyê hate nîşandan.

Mûrat Turk ê ku 26 sal in di girtîgehên Tirkiyeyê de ye, ji ser bîranînên gerîlayan romaneke bi navê ‘Dema dirîreşkan’ nivîsandibû. Ev roman piştre bû fîlm. Pêşandana fîlm pêşîn a li bajarê Baselê yê Swîsreyê hate kirin.

Tevgera Çand û Hunerê ya Kurdan a Swîsreyê fîlmê Dema Dirîreşkan li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Baselê nîşan da. Wê fîlm piştre li gelek bajarên Swîsreyê were nîşandan.

Wê fîlm di 14 û 16’ê Îlonê de li Kîno Palace ya Solothûrnê were nîşandan. Fîlm Cenevre jî tê de wê li gelek deran were nîşandan.