Fîlmê Danîmarkiyê di destê DAÎŞ'ê de êsîr bû hate kişandin

Serpêhatiya Danîel Rye Ottosen ê Danîmarkî ku êsîr kete destê çeteyên DAÎŞ'ê bû mijara fîlmekî.

Jiyana wênevanê Danîmarkî Danîel Rye Ottosen ku 13 mehan di destê çeteyên DAÎŞ'ê de li Sûriyeyê êsîr bû, bû mijara fîlmekî.

Ottosen ku ji bo wêneyên deverên li derveyî şer bikişîne çû Sûriyeyê, li nêzî Helebê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve êsîr hate girtin. DAÎŞ ji bo berdana Ottosen 15 milyon dolar fîdye xwest.

Hikumeta Danîmarkayê diyar kir ku wê bi terorîstan re bazariyê neke û pere nede. Malbata Ottosen ji bo fîdyeyê kom bike dest bi kampanya bexşandinê kir.

Kesê sereke yê fîlmê 'Tu heyvê dibîne Danînel?' Danîel Rye Ottosen e ku 398 rojan di destê DAÎŞ'ê de êsîr ma. Yê din jî rojnamevanê Emerîkî James Foley e ku li pêş çavên dinyayê hate kuştin. Çeteyê DAÎŞ'ê Mohammed Emwazî bi dîmenê ku serê Foley jêdikir hatibû naskirin. Emwazî ku weke 'John ê cîhadîst' dihate naskirin, piştî ku êşkence li Ottosen kir ew neçar hişt ku pê re tango bike.

Fîlm di sala 2018'an de li Danîmarkayê hte kişandin. Fîlm meha derbasbûyî hate nîşandan.

Derhêner jî Nîel Arden Oplev e ku gelek rêze fîlm amade kiriye ku çend ji wan 'Men Who Hate Women', 'The Dream', 'Two Worlds', 'Kapgang' û 'Li DYE' amade kiriye.

Li gel serpêhatiya Ottosen her wiha siyaseta du rû ya hikumeta Danîmarkayê ya der barê Sûriyeyê tê vegotin.

Hikumeta Danîmarkayê ku çavên xwe li çûyîna çeteyan ji bo Sûriyeyê digire, kesên tevlî nava refên YPG'ê bûne ku ji bo komkujiyên DAÎŞ'ê asteng bikin ceza dike.

Der barê Tommy Morck û Aske Barfod Sivesgaard ê li nava refên YPG'ê şer kirin ji ber ku çûn Sûriyeyê doz hate vekirin.

Di encamê de li Morck û Sivesgaard şeş meh ceza hate birîn. Morck nerazîbûn nîşanî vî cezayî da û diyar kir ku ev yek binpêkirina mafên mirovan e.