Fîlma Gava Şitil Mezin Dibin li Kolombiyayê hêjayî xelatê hat dîtin

Fîlma Gava Şitil Mezin Dibin di 10’emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Mafên Mirovan a Kolombiyayê de xelata Baştirîn Fîlma Dirêj a Navneteweyî wergit.

Fîlmên festîvalê ku di 19’ê Tebaxê de bi dawî bû, li 10 bajarên Kolombiyayê hatin nîşandan û bi giştî filmên 30 welatan cih girtin. Di festîvalê de bi giştî 80 fîlmên navxweyî, biyanî, dirêj û kurt di hilbijartina fermî de cih girtin. Bernameya sereke ya festîvalê di çarçoveya parastina mafên mirovan û avakirina ramanên aştiyê hat pêşkeşkirin.  

Fîlma Gava Şitil Mezin Dibin a Komûna Fîlm a Rojava piştî xelatên Ûrûgûay û Japonyayê di qada navneteweyî de 3’emîn xaleta baştirîn a fîlmê girt.

Xelata Kolombiyayê diyarî gelên azadîxwaz, wekhev ên cîhanê û têkoşerên wan hat kirin.

Fîlma Gava Şitil Mezin Dibin wê di meha Tebaxê de li Portekîzê di Festîvala Fîlman a Perîferîas de, li Swêdê di Festîvala Fîlman a Vasteras û Nordîcê de di hilbijartinên fermî de were pêşandan.