Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê destpê kir

Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê ya 12'emîn bi nîşandana fîlmê Nachbarn ê li ser Rojava. Fîlmçêker Mano Khalîl ji ber eleqeya li fîlm spasiya temaşevanan kir.

Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê ya 12'emîn ku sînamegerên Kurd ji çar aliyên cîhanê tevlî dibin, doh destpê kir.

Festîvala îsal giraniyê dide ser Rojava.

Di çarçoveya festîvalê de fîlmê 'Nachbarn' li sînemaya Babylonê hate nîşandan û tevî Kurdistaniyan gelek Elmanan lê temaşe kirin. Derhênerê fîlm Mano Khalîl piştî nîşandana fîlm bersiv da pirsên temaşevanan. Khalîl spasiya temaşevanan kir ji ber eleqeya wan a ji bo fîlm.

Fîlmê ku qala xaka Kurdistanê dike ya ji aliyê çar dewletan ve hatiye dagirkirin, giraniyê dide ser Rojava. Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedibêje ku ji aliyekî ve ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin, li aliyê din jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Di festîvalê de ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî, wêneyekî mezin ê Jîna Emînî hate daliqandin.

Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê wê heta 19'ê Cotmehê dewam bike.