Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê dest pê kir

11'emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê 14'ê Cotmehê bi fîlmê 'Ezmûn' dest pê kir.

Di festîvalê de ku wê zêdeyî 40 fîlm bêne nîşandan û workshop jî lê hebin, îsal wê bi giranî veguherîna civakî ya li Başûrê Kurdistanê bê nirxandin. Fîlmê Ezmûn ê ku festîvalê pê dest pê kir, balê dikişîne ser karên nelirê yên li Başûrê Kurdistanê. Çêkerê fîlmê Ezmûn Mehmet Aktaş jî anî ziman ku projeya fîlmê li ser karên ne li rê yên li herêmê ye.

Mehmet Aktaş got, "Karên ne li rê beriya her tiştî bûye parçeyek ji jiyana Başûrê Kurdistanê. Gelek sazî rizandiye. Lê belê di gendeliya di perwerdeyê de ya herî giran e."

Lîstikvana sereke ya fîlmê Ezmûn Avan Jamal ku ji ber promiyera festîvalê li Berlînê ye, qala karakterê Şîlan kir ku di fîlm de dilîze.

Jamal got, "Karakterê Şîlan tecrûbeya min a destpêkê ya profesyonel a sînemayê ye. Lê belê dema ku min xwe ji vê rolê re amade dikir, li berxwedêrên li Rojava difikirîm. Xeyala min ew e ku rojekê di fîlmekî têkildarî gerîlayên YPJ'ê de rola gerîlayeke jin bilîzim."

Kedkarê sînemayê Sûat Ûsta jî yek ji wan kesan e ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo festîvala fîlm hatiye.

Sûat Ûsta ku beriya niha di fîlmê li ser 14'ê Tîrmehê de rola Mehmet Hayrî Dûrmûş dilîst, di festîvalê de di fîlmê 'Bîranînên li ser kevir' derdikeve pêşberî temaşevanên festîvalê.

Di serî de ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ji çar aliyên cîhanê kedkarên sînemayê tevlî festîvalê bûn. Bi taybetî Mûstafa Altioklar, Şevket Amîn Korkî, Leyla Toprak, Hayko Bagdat, Bariş Seyîtvan, Elîf Yîgît, Mîraz Bezar û Gul Ertûnan Karaaslan balê dikişînin.