Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê destpê dike

Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê 13'ê Gulanê destpê dike. Di festîvalê de wê 25 fîlm bêne nîşandan û gelek çalakiyên çandî jî bêne lidarxistin.

Mîna gelek deverên Ewropayê, paytexta Hollanda Amsterdam jî wê malovaniyê ji Festîvala Fîlmên Kurd re bike.

1'emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê wê 13'ê Gulanê destpê bike û heta 15'ê Gulanê dewam bike.

25 FÎLM WÊ BÊNE NÎŞANDAN

Dîrektorê festîvalê Rêber Dosky ragihand ku di festîvalê de wê 25 fîlm bêne nîşandan.

Dosky ku 25 sal in li Hollandayê ye, diyar kir ku ew dixwazin bi rêya vê festîvalê di navbera çand û nifşan de pirekê ava bikin.

Fîlmên bêne nîşandan ji aliyê Dosky û koordînatora bernameya Berî Shalmashî ve hate kirin. Fîlm wê li salona sînemayê ya Ketel Hûîs bêne nîşandan.

Di destpêka festîvalê de fîlmê 'Cîran' ê Mano Xelîl wê were nîşandan. Fîlmê Mano Xelîl ê ji Rojavayê Kurdistanê, sala 2021'ê li Festîvala Fîlman a navneteweyî ya Gangneûngê ku li Koreya Başûr hate lidarxistin, xelata "Fîlmê herî baş" wergirtibû.

Fîlmê 'Cîran' qala çîroka zarokekî Kurd dike ku di salên 1980'î de li gundekî li ser sînorê Rojava ye û yekemcar diçe dibistanê.

ÇAR DERHÊNER WÊ DERKEVIN PÊŞBERÎ TEMAŞEVANAN

Dosky ragihand, ji ber ku cara yekê ye ew festîvalê lidar dixin, li gorî derfetan karîne tenê çar derhêneran vexwendîne û anî ziman ku Mano Xelîl yek ji wan derhêneran e.

Derhênerê fîlmê 'Dema dirîreşkan (Blackberry Season) Haşim Aydemîr jî wê di festîvalê de derkeve pêşberî temaşevanan. Ev fîlm jî li gorî bîranînên gerîla Mûrat Turk hatiye amadekirin ku 28 sal in li girtîgehên Tirk girtî ye.

Festîvala Fîlmên Kurd bi rêya medya dîjîtal, reklam û hevpeyvînên bi rojnameyên herêmî re hate nasandin.

DOSKY: EM DIXWAZIN DI NAVBERA NIFŞ Û ÇANDAN DE BIBIN PIREK

Dosky li ser sedema lidarxistina festîvalê bal kişand ser lêgerînên nifşê nû.

Dîrektorê festîvalê Rêber Dosky bi bîr xist ku piraniya Kurdên li Hollandayê di salên 1970'î de ji ber sedemên siyasî xwe li vî welatî girtine, nifşê nû jî êdî bûye parçeyek ji Hollandayê û got, "Em dixwazin çanda Kurd hem nîşanî nifşê nû hem jî Hollandayiyan bidin û bi vî rengî di navbera nifş û çandan de pirekê ava bikin."

Di festîvalê de her wiha wê muzîk jî hebe. Hunermendên xwecihî Meral Polat û Naaz jî wê derkevin ser dikê.