Festîvala Fêkiyên Biheştî ya Rêjav Dalahû hate lidarxistin

Yekemîn Festîvala Fêkiyên Biheştî ya Rêjav Dalahû Serab Şalan li parêzgeha Kirmanşanê bi tevlêbûna cotyarên herêma Rojhilat hate lidarxistin.

Xaka bi berhem, çavkaniyên avê, darên pir bi ber, av û hewaya xweş, gelê kedkar û dil mezin; taybetmendiyên herêma Rêjav a parêzgeha Kirmanşanê ye.

Xwezaya vê herêmê her sal her cûreyê fêkiyan, ji hinar, zeytûn û gûzan bigire heta her cûre hejîr û fistiqan berhemek dewlemend dide herêmê. Her wiha di zeviyên Rêjavê de gelek giyayên dermanî weke çinûr, simaq, zû, tolke, rêvas, siping û hwd tên komkirin û ji hêla gelê herêmê ve tê bikaranîn. Şêniyên herêmê duh Yekemîn Festîvala Fêkiyên Biheştî lidarxistin.

Welatî ji bo spasdarî û hilberîna berhem û bereketê, Festîvala Fêkiyên Biheştî lidardixin. Welatiyên tevlî merasîmê bûn cil û bergên Kurdî li xwe kirin.

Di festîvalê de berhemên muzîka Kurdî, saz, duhol, dîlana Kurdî, def, tembûrvan û pêşkêşkirina berhêm û firotina wê hatin pêşkêşkirin.

Rêjav 20 kêlometre dikeve bakurê rojavayê Kirmanşanê ye û girêdayî bajarokê Dalahû ye.

Ev herêm bi bedewiya xweza çemê Elwen (Helwen), şelale û kaniyên xwe bala tûrîstan dikişe û herêmekî tûrîstî ye.

Rêjav bi dîroka xwe ya devlemend, esalet û welatparêziya xwe ve tê naskirin.

Ji ber vê taybetmendiyên xwe yên xas û xweser siyaseta asîmîlasiyona rejîma Îranê ya li ser gelê herêmê bi binketinê re rûberû maye.