Festîvala Çanda Kurd a Parîsê didome

Coşa Festîvala Çanda Kurd a Parîsê didome. Endamên TEV-ÇAND’ê jî li şaredariya Montreûîlê konser da.

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê ya ku bi hevkariya Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Fikr û Lêkolînên li ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danîelle Mîtterrandê hate lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de roja Sêşemê bi şev li avahiya şaredariya Montreûlê konser hate dayîn. Şaredariya Montreûlê jî piştgiriyê dide festîvala ku 14 rojan wê bidome. Şaredariya Montreûlê beriya ku were desteserkirin bi şaredariya Bismila Amedê bûbû şaredariya bira. Li ser navê şaredariyê Halîma Menhoûdy diyar kir ew serbilind in ku ew bûne parçeyekî vê enerjiyê û got “Em ê her dem li ba Kurdan bin.”

Di çarçoveya festlîvalê de hunermendên TEV-ÇAND’ê jî bi stranên Kirmanckî û Kurmancî konser dan.

Koma Govendê ya Roja Arîn a di bin banê TEV-ÇAND’ê xebatên xwe didomîne jî bi def û zirneyê ketin eywanê.

Di şevê de xwarinên Kurdan hatin danasîn. Roja Pêncşemê jî wê li avahiya şaredariya herêma 10’emîn pêşangeha di çarçoveya ‘Dayik û koç’a Serdar Mûtlû were lidarxistin. Heta 28’ê Gulanê wê festîval bi konserên kolanan, şano, dîwana dengbêjan, roja zarokan, pêşangeha wêneyan û konsera fînalê bidome.