Festîvala Çanda Kurd a Parîsê destpê dike

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê ku ku îsal a duyemîn e, di 6'ê Gulanê de li paytexta Fransa Parîsê destpê dike.

Festîvala 2'emîn a Çanda Kurd a Parîsê ji bo naskirina mutbex, şano û govenda Kurdî firsendê pêşkêş dike.

Festîval wê 6'ê Gulanê destpê bike û heta 12'ê Gulanê dewam bike. Hem li navenda paytext Parîsê hem jî li gelek komunên wê wê çalakî bêne lidarxistin.

Festîval wê bi merasîmeke folklorîk ji kolana Enghîenê ya ku Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya lê ye, heta ber Şaredariya 10'emîn a Parîsê destpê bike.

Şaredariya Parîsê jî piştgiriyê dide festîvalê. Her wiha şaredariyên Sarcelles û Bobîgny jî cih dan çalakiyên festîvalê.

Li gorî bernameyê, di roja destpêkê de wê govend, şano û konser bêne pêşkêşkirin.

Di roja duyemîn de jî wê li komeleya Kurd taştê bê dayin. Piştre jî li banliyoya Sarcellesê lîstika Koma Şano ya Amedê bê nîşandan.

9'ê Gulanê wê li banliyoya Bobîgnyê şeveke muzîkê bê lidarxistin.

Di 10'ê Gulanê de ji bo zarokan wê anîmasyon û dokûmantera bi navê "Darên bi tenê" bêne nîşandan.

11'ê Gulanê wê bi mijara "Jin, Jiyan, Azadî" pêşangeh bê vekirin.

12'ê Gulanê wê li navenda Parîsê koma Bajar, Mehmet Atli û Rûken Yilmaz konserê bidin.