Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi coş dewam dike

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê roja Şemiyê bi konsera li qadê û nîşandana fîlman dewam kir.

Festîvala ku ji aliyê Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Fikir û Lêkolînên li ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danîelle Mîtterrand ve tê lidarxistin, bi çalakiyên çandî dewam dike.

Di çarçoveya festîvalê de roja Şemiyê bi beşdariya hunermendên ciwan ên TEV-ÇAND'ê û hozan Şemdîn li kolanan konserek hate dayin. Konser li kolana Metz a herêma 10'emîn a Parîsê pêk hat.

Koma Şoreş, Ûlaş Kelaşîn, endamên koro ya TEV-ÇAND'ê û Hozan Şemdîn derketin ser dikê.

Li ger stranên gelêrî yên Kurdî govend hate gerandin.

Di dema konserê de ji pirtûk û broşurên bi Fransî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîşandan.

Di çarçoveya festîvalê de êvarê jî fîlmê 'Dema Dirîreşkan' hate nîşandan.

Fîlm li salona Les 7 Parnassiens 98 Bd du Montpamasse saet di 20:00 de hate nîşandan.

Salona sînemayê tijî bû û gelek kes li derve man. Bi rêya vî fîlmî dengê yên li zindanan û gerîla gihîşt Parîsê.

Heman fîlm li Elmanyayê jî hate nîşandan. Rojên bê wê li gelek bajarên Ewropayê were nîaşndan.

Festîvala ku Şemiya derbasbûyî destpê kir û hefteyek li pey xwe hişt, piştî nîvro yê Yekşemê bi Dîwana Dengbêjan, nava hefteyê jî bi panel, atolyeya zarokan, pêşangeyan wêneyan dewam bike. 28'ê Gulanê wê bi konsera fînalê bi dawî bibe.