Festîvala 3’emîn a zarokan a Mexmûrê didome

Li Mexmûrê Festîvala 3’emîn a Zarokan bi şîara ‘Azadî ji zarokatî destpê dike’ di roja 2’emîn de li NÇHM’ê bi tevlîbûna xwendekar û zarokan bi şahiyeke heybet didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) Festîvala 3’emîn a Zarokan a di bin sîwana Meclîsa Zarokan, Kevana Zêrîn û Weqfa Jinê de, di roja 2’emîn de bi tevlîbûna zarokan, xwedekar û malbatan bi şahiyeke li Navenda Çand û Hûner a Mexmûrê (NÇHM) didome.

Zarokan duh starta festîvalê bi meşê ya ji cil û bergên netewî dabû destpêkirin. Festîval îro bi şahiyeke heybet a li NÇHM’ê di roja 2’emîn de dewam dike.

Qada festîvalê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna, alên PKK, YJA-Star, HPG, YPG, YPJ, wêneyên şehîdan hatibû xemilandin.

Şahî saet 14:00’an bi sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ û deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Zarokan bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ qîr kirin.

Piştre jî ji Koordînasyona Meclîsa Îşatar Bêrîvan Kaya axivî. Kaya di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî. Kaya festîval di serî de li zarokên Mexmûr û hemû zarokên Kurdan pîroz kir û got: “Di pêvajoyek wiha ku êrîş  li ser Kurdan û zarokan tê kirin de, pêkanîna festîvalek wiha ji aliyê zarokên Mexmûr ve cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Ji bo wê em zarokên xwe pîroz dikin.”

Kaya bibîr xist ku zarokên Mexmûrê tevî hemû êrîş û dagirkeriyê jî bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin û serî li ber dagikeran nade û wiha pêde çû: “Ji bo vê yekê zarokên Mexmûrê zarokên serhildanê ne.”

Piştî axaftina Kaya şahî bi komên govendê û muzîkê dewam dike.