FBI di ser Cemaeta Fethûllah Gulen de girt

FBI di ser Cemaeta Fethûllah Gulen de girt

FBI’yê di ser dibistanek ya girêdana wê bi Cemaeta Fethûllah Gulen heyî ya li DYA’yê de girt. Malpera The Clarion Project da diyarkirin ku, Cemaet bi awayek pir alî di bin lêpirsîna FBI’yê de ye, li gel îdiayên li hinek dibistanan destdirêjahiya zayendî û tecawiz heye, îdiayên pir xirab hene.

Lêpirsîn û serdegirtina FBI ya li ser cemaeta Gulen rojanemeyek herêmî ya DYA’yê jî girte rojeva xwe. Li gel malpera The Clarion Project, rojnameya Luisiana rojnameyen The Hayride û New Orleans, The Times-Picayune jî girtin rojeva xwe.

Li Tirkiyeyê jî li gorî Rojnameya Yurt; FBI’yê li Eyaleta Louisiana ya DYA’yê di ser dibistanek ya Cemaeta Fethûllah Gulen ya li bajarê Baton Rouge de girtiye.

The Clarion Project’ê jî li gel serdegirtina dibistanê lêpirsînek din ya di derbarê dibistanek ya li heman eyaletê ya Gulen di sala 2011’an hatibû vekirin nivîsî. Hate diyarkirin ku, her du dibistan jî Weqfa Perwerdeya Pelîcan ya nêzî Cemaetê ne.

ÎDIYAÊN TECAWIZ Û DESTDIRÊJIYÊ

Hate diyarkirin ku, dibistanek din ya tê lêpirsînkirin Navenda Teknolojî û Zanistê ya Abramson ku îdiayên destdirêjî û tecawizê li serin. Her wiha îdiayên hîn xirabtir jî hene. Hate gotin ku, di encama lêpirsînê de hevpeymana Navenda Abramson hatiye betalkirin.

Çavdêrê Karên Perwerdeya Eyaletê Ollie Tyler got: “Em nikarin piştgiriyê bidin dibistanekî ku zarokên me bixe bin xeteriyê.”

Tê îdiakirin ku, ji hevkarên Navenda Abramsonê Încî Akpinarê hewildaye rûşwet bide Departmanekî Perwerdeya Eyaleta Louisianayê.

Daneyên ku ji Navenda Abramson derketine û bû sedem ku dirêjî lêpirsîna Dibistana Kenilworth bibe.

Malpera Nola.com di Gulana 2011’an de nûçeyek çêkiribû û dabû diyarkirin ku girêdanên cûda ên dibistana Kenilworth hene û balkişandibû ser ku, Alîkarê Serokê Lijneya Rêveber ya Weqfa Perwerdeya Pelîcan Karen Fontenot di konferansek ya têkildarî tevgera Gulen ya 2010’an de gotibû, ew endamê lijneya şêwirmendiya dibistana li Luisiana’yê ya Gulen e.

DEWLETEK PARALEL

The Clarion Projectê balkişande ser ku, cemaetê li Tirkiyeyê dewletek parallel avakiriye û ji bo bidestxistina welat rolek girîng girtiye ser xwe.

Hate bibîrxistin ku, li DYA’yê yekemîn dibistana bihevpeyman ya Cemaeta Gulen (Charter school) di sala 1999’an de hatiye avakirin û hate gotin ku, niha jî tevnekî ji 135 dibistanan pêktê heye. Malper dibêje, “Ev tevin wî dike xwediyê tevna dibistanên bihevpeyman ên herî mezin.”

Sharon Higgins ku lêkolînvaneke ji nêz ve tevna Gulen dişopîne, di nivîsa xwe ya Adara 2012’an de li Washington Postê weşandî digot; “Yekem welatê ku bigiştî dibistanên Tevgera Gulen rayagiştî dide fînansekirin DYA’ ye.” FBI lêkolîn dike ka ev dibistanên bipiştgiriya dewletê pereyan radigehîne Tevgera Gulen yan na.

BURAKRASIYA EDLÎ Û POLÎSÊN VEŞARTÎ BIDEST XISTIN

 Li gorî nûçeya li Rojnameya The Hayride jî hatî weşandin, hate gotin ku Gulen li aliyekê “wehza” aştiyê dike û li aliyê din jî “li gorî raporên pêbawer li Tirkiyeyê Gulenperestan polîsên veşartî û burokrasiya edlî xistiye dest.” Rojnameyê da diyarkirin ku, van herdu nêzîkatiyan hewil da “di dema nêz de xwepêşandanên alîgirên demokrasiyê (Parka Gezî) bi awayek tund ji holê rabike.”