'Ez dixwazim gora bapîrê min hebe'
'Ez dixwazim gora bapîrê min hebe'
'Ez dixwazim gora bapîrê min hebe'
Dayikên Şemiyê di 449'emîn lêgerîna edaletê de li aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş pirsîn. Neviyê Abdulkerîm Yurtseven, Huseyîn Yurtseven di çalakiyê de got, "Çima guh ker, çav kor in? Ez gora bapîrê xwe dixwazim. Hem li vê dinyayê û hem jî li ahîretê wê destên me di qirika berpirsiyaran debe."
Dayikên Şemiyê yên lêgerînên xwe yên edaletê dewam dikin, di hefteya 449. de li ber Lîseya Galatasaray hatin cem hevdu. Dayikan ku pankarta "Fail diyar in, wenda li ku derê ne?" vekirin wêneyê û qerenfîl hilgirtin. Di çalakiya ku malbata Ethem Sarisuluk ê li Enqereyê bi gulleya polîs hat qetilkirin beşdar bû de, li aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven ê 73 salî, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî yên di 27'ê Cotmeha sala 1995'an de li Geverê hatin wendakirin pirsîn. Di çalakiyê de destpêkê Masîde Ocak axîvî. Ocak got ku, yek ji mirovên çalakiya şemiyê Huseyîn Karasu hefta borî jiyana xwe ji dest daye û got, "Wek dayik û mirovên aştiyê em ê tu carî Huseyîn Karasu ji bîr nekin." Ocak di dewama axaftina xwe de banga tevlîbûna doza 5'ê Mijdarê ya der barê wendakirina 6 gundiyan a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyê ve tê birêvebirin û têde 6 leşker û Fermandarê Tugaya Sînor a Cendermeyan Mete Sayar jî tê dadgehkirin kir.
'EZ DIXWAZIM GORA BAPÎRÊ MIN HEBE'
Piştî Ocak birayê Kenan Bîlgîn ê di sala 1994'an de hat wendakirin, Îrfan Bîlgîn axivî. Bîlgîn got, "Tu baweriya min bi hikûmeta AKP'ê çênebû. Dema em li pey xwe dinêrin, kesên li Roboskî û Gezî hatine qetilkirin, dîsa yên 12 salî ku bi 13 gulleyan hatine qetilkirin li ber çavên me ne." Neviyê Abdulkerîm Yurtseven, Huseyîn Yurtseven jî ku mafê axaftinê wergirt wiha axivî: "Dema bapîrê min hat qetilkirin ez yek salî bûm. Çima guh ker, çav kor in? Ez gora bapîrê xwe dixwazim. Hem li vê dinyayê û hem jî li ahîretê wê destên me di qirika berpirsiyaran de be."
Ji Komîsyona Girtîgehan Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Zuhal Çildir bi bîr xist ku wek mirovên şemiyê û parêzvanên mafê mirovan 449'emîn car e, li Galatasarayê ne û wiha domand, "Ji bo pirsa aqubeta Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ên birin Tabûra Komando ya Geverê hatin wendakirin, bikin em hatin gel hevdu. Çildir diyar kir ku der barê Yurtseven, Ozeken û Sartaş de îtîrafkar Kahraman Bîlgîç ku îfade da dozgeriyê û di pirtûka ku nivîsandiye de behsa vê bûyerê kiriye. Di îfadeyên Bîlgîç de tê gotin ku bi fermana bînbaşiyê di tabûrê de wezîfedar her sê gundî li maşîneyekê siwar kirine, ew derb kirine û di wê kêliyê de Abdulkerîm Yurtseven jiyana xwe ji dest dide. Hikûmeta AKP'ê di parastina li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de sûc qebûl kir. Lê belê AKP li şûna sûcdaran derxe holê Ugur Kaymaz ê 12 salî bi 13 gulleyan, Ceylana 12 salî bi topa hewanê, li Roboskî zarokên 12-13 salî bi balafirên şer qetil kirin." Bîlgîç diyar kir ku heta aqubeta wendayan diyar bibe wê têkoşîna we dewam bike.
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.