Êrîşa li Îranê komek ya Îslamî girte ser xwe

Êrîşa li Îranê komek ya Îslamî girte ser xwe

Êrîşa ku li ser sinorê başûrê rojhilatê Îranê rûda û 14 leşker hatibûn kuştin rêxistina Îslamî ya Sunî “Caiş-ul Adl” (Artêşa Edaletê) girte ser xwe. Komê da diyarkirin ku, ji ber ku Îran piştgiriya Sûriyeyê dike wan ev çalakî pêkaniye.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Îsna yê, koma binavê “Caiş-ul Adl” di malpera xwe ya blogê (Jaishuladl) de daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo bersivdayîna sûcên ku Muhafîzên Şoreşê li Sûriyeyê dikin, operasyonekî muzafet pêkanîn û karîne serbeyek serkeftî li rejima Îranê bidin.”

Şeva ku roja Înê bi Şemiyê ve girêdide, li ser sinor li herêma Saravan ya navbera Sîstna-Belûcistanê de êrîşek pêkanî bûn û di êrîşê de 14 muhafîzên sinor hatibûn kuştin û 7 jî birîndar bibûn. Li gorî Tehranê êrîşkar ji Pakistanê hatine û êrîş pêkanîne. Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî ê Îranê Elî Ebdullahî bang li hikumeta Pakistanê kir kir ku, sinorê xwe bixe bin kontrola xwe û di mijara “tekoşîna li dijî terorê” bikeve tevgerê.

Muhafizên Şoreşê îro daxuyaniyek nivîskî weşandin û parast ku, “Ev êrîş bi ferman û piştgiriya serwîsên îstîxbarata hêzên desthilatdar (behsa DYA’yê kir) pêkhatiye.”

Piştî çend demjimêr êrîşa li ser sinor rejima Îranê weke misîleme li girtîgeha Zahedan ya herêma Sîstan Belûcistanê 16 girtî darvekirin.

Îro Dozgeriya Zahedan daxuyaniyek da û got, ji 16 kesên hatine darvekirin 8 ji wana endamên rêxistina Cundalah in (Leşkerên Xwedê) û îdiakir ku, 8 din jî bazirganên çekanin.

Koma Cundalah ya li herêma Sîstan Bellûcistanê çalakin, gelek çalakî pêkanîne. Lê belê piştî serokê wan 2010’ê Ebdulmelîk Rîgî hate darvekirin çalakî rawestiya bûn.