Endamên Nav-Berlînê bi dirûşma ‘Êdî dema azadiyê ye’ stranek çêkirin

Li bajarê Berlînê hunermendên ku ji çar parçeyên Kurdistanê sirgûn bûyîn, di salvegera komploya navneteweyî de bi dirûşma “Êdî dema azadiyê ye” strana “Partiya Karkerên Kurdistan” strandin.

Li bajarê Berlîn a Elmanyayê, endamên komîsyona Çandê ya Meclisa Kurdistaniyên Azad a Berlînê (NAV-Berlîn), bi wesîleya 22. salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Êdî dema azadiyê ye” stranek çêkirin. Di nava stranên ku ji aliyê 8 hunermendên ji 4 parçeyên Kurdistanê sirgûn bûyîn ve hatî strandin de, strana “Partiya Karkerên Kurdistan” jî cihê xwe girt.

Endama komîsyonê Gulîzar K. got, “Ev 22 sal in li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran û êşkence tê pêkanîn. Em gelên ku li Ewropa dijîn bi felsefeya Abdullah Ocalan tevlî jiyanê dibin. Hûn nikarin Ronahiya me ya ku xwedî azadî û îdeolojiya jiyana demokratîk tarî bikin, êdî em azadiyê dixwazin.”

Gulîzar K. anî ziman ku ew bi 8 kesên ku ji 4 parçeyên Kurdistanê hatne re xebatên xwe dom dike û got, “Me bi komek 8 kesên endamên xwe yên komîsyonê re xebatên xwe temam kir. Di nava van xebatan de hevalên me yên ji 4 parçeyên Kurdistanê jî hatîn hene û em bi van hevalan re dixwazin wê bidin diyar kirin ku em weke Kurdistanî hetanî azadiya Abdullah Ocalan li her qadê em ê xebatên xwe dom bikin.”