Elman li dijî biyaniyan bi pêşdaraz in

Elman li dijî biyaniyan bi pêşdaraz in

Li gorî lêkolîneke ku li Elmanyayê hatiye kirin beşeke girîng a gelê Elman daxwaz kirin ku biyanî û kêmar bi gelên din re xwedî heman mafan bin. Lê Elmanan ji bo wekhevî di navbera wan û biyaniyan de pêk bê hewl nadin û li dijî hinek komên gelan xwedî pêşdaraz in.

Zanîngeha Bîelefeld bi 2 hezar kesî re hevdîtin kir û ji 3’an yekî Elman diyar kir ku bila biyanî jî xwedî mafan bin û li gel vê heman kes daxwaz dikin ku di destpêkê de bila biyanî bi ya hindik bisitirin. Li gorî encamên lêkolînê Elman diyar dikin ku dijî biyaniyan bi tolerans in û ji bo entegrasyona wan a civakê peywira berpirsyartiyê tenê aîdî biyaniyan e.

LI HEMBER ROMEN, PENABER, MISLIMAN Û YAHUDIYAN PÊŞDARAZÎ

Li gorÎ lêkolînê beşeke mezin a Elmanan li dijî biyaniyan pêşdaraz in. Kesên tevlî lêkolînê bûn ji 5’an yek red dike ku bi Romen, penaber, Misilmanan re bijîn.

Ji  sedî 8’ê Elmanan jî diyar kirin ku di rewşa ku betaliya li Elmanyayê zêde bibe de bila penaber vegerin welatên xwe.

TELORANSA XWE ZÊDE MEZIN DIKIN

Wezîra Lêhatin û Koçberiyê ya Federal Aydan Ozoguz ku ji lêkolînê re axivî diyar kir ku tişta ku di lêkolînê de wê dike fikaran ev e ku gelek kes toleransa xwe zêde mezin dikin. Ozoguz da zanîn ku kesên tevlî lêkolînê bûne di nuqteya qebûlkirina nirx, naskirin û toleransê de gelek erênî nêz bûne û lê di aliyê berpirsyariyê de pirsgirêk tên jiyîn.