Eleqeyeke mezin nîşanî ‘Şengal-Hêza Jinê’ dan

Lîstika bi navê ‘Şengal-Hêza Jinê’ ya Koma Şanoyê ya Volskbuhne Baselê li Zurîhê rastî eleqeyeke mezin hat.

Koma Şanoyê ya Volskbuhne Baselê qetlîama ku DAÎŞ’ê kiribû û geşedanên piştî rizgariya Şengalê kir lîstikeke şanoyê.

Anîna Jendreyko derhêneriya lîstikê kir û muzîkên lîstikê ji aliyê Suleyman Çarnewa, Sosin Sevsen û Metîn Yilmaz hatea kirin. Ji 30’ê Nîsanê û vir ve li Fabrîktheaterê ya li bajarê Zurîhê 4 rojan lîst. Bilêtê lîstikê zû qediyan.

Di lîstikê de jinên Êzidî di serî de jiyana wan a piştî rizgarbûna ji DAÎŞ’ê tê qalkirin û di lîstikê de dîmenên li ser Şengalê di nav hev de hatin nîşandan. Ligel ku cihê rûniştinê nema jî hinek temaşevan bi israr xwestin lîstikê temaşe bikin û li dêrencekan rûniştin. Piştî ku lîstik qediya temaşevanan demeke dirêj li çepikan dan.

Nivîskar û derhênera lîstikê Anîna Jendreyko got “Di dema qetlîama Şengalê de korîdora ji Rojava ber bi Şengalê ve hatibû vekirin gelekî girîng bû. Lê gelek Ewropî bi vê rewşê nizanin. Me bi vê lîstikê hewl da qala vê korîdorê û guherandina jiyana li wir kir.”

Beriya ku lîstik were destpêkirina eywana lîstikê tijî bû. Herî zêde jî jinên ciwan hatibûn temaşekirina lîstikê. Piştî lîstikê derhêner û lîstikvanan gotûbêje kirin.

Wê Koma Şanoyê ya Volskbuhne Baselê bi vê lîstikê di 10’ê Gulanê de li bajarê Reûtlîtgen ê Elmanyayê li ‘Kulturzentrûm Franz K.’ û di 13’ê Gulanê de jî li bajarê Bochûmê wê li ‘Kunstmeseum Bochum’ê lîstikê bilîzin.