DYE li Vatîkanê jî guhdarî kiriye
DYE li Vatîkanê jî guhdarî kiriye
DYE li Vatîkanê jî guhdarî kiriye
Rêveberiya DYE ku ji ber îdîayên li dijî hevalbendên xwe karên sîxuriyê meşandiye zor û zehmetiyan dijî, hat îdîakirin ku yekîneyên wê yên îstîxbaratê li Vatîkanê jî guhdarî kirine.
Li gorî îdîaya ku ji aliyê kovara Panorama ya Îtalyayê hat kirin, DYE ev demeke dirêje li rayedarên Vatîkanê guhdarî dike.
Li gorî di nûçeyên ku di çapemeniya Îtalyan de cih girtine di Adara sala buhrî de di dema hilbijartinên Papa de, hate hînbûn ku bangewaziyên ku li mala Domus Sanctea Martae ku kardînanên tevlî hilbijatinê bûyîn lê rûnişîn kirine hatine gûhdar kirin.
Kovara Panorama wiha jî nivîsî: “Fikar tê kirin guhên DYE heta hilbijartinên Papa yên 12'ê Adara 2013'an li oldaran jî guhdarî kiribin. Guman tê kirin ku li hevdîtinên Papayê pêşhatî (musteqbel) jî hatibe guhdarîkirin.
Li gorî nûçeya kovarê, di hilbijartinên Adarê de Kardînal Jorge Mario Bergoglio yê ku pênasiya Paşatiyê girt, ji xwe ji sala 2005’ê vir ve ji aliyê servîsa sîxûr ya DYE’yê ve tê şopandin.
Hat îdîakirin ku li gel hilbijartinên Papa, NSA'yê "eleqeyeke taybet" nîşanî hilbijartniên serokê bankaya Vatîkanê IOR daye û rayedarên di van hilbijartinan de bi bandor in, guhdarî kiriye.