Wezîrê Çandê yê Iraqê ragihand ku wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) 17 hezar berhemên arkeolojîk ên dîroka wan vedigere 4000 sal berê û di wan salên dawî de hatine talankirin radest bike.
Wezîr Hesen Nazim got; “Berhemên werin radestkirin yên herî kevin û girîngin.” Nazim di dewama axaftina xwe de bal kişande ser vê pêşketinê û wiha pêde çû: “Ev encamê xebatên çendîn mehan ya rayedarên Iraqê û sefareta wan a li Waşîngtonê ye.”
17000 berhemên ku piraniya wan xwedî paşerojekî 4000 salî ne, vê bi balafira Serok Wezîrê Iraqê Mustafa Kazimî yê bi Serokê DYE’yê re civiyayî roja Pêncşemê dema vedigere bên veguhastin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandê ya Iraqê piraniya berheman “bazirganiya dema Sumeran” ku yek ji şaristaniyên herî kevnar a Mezopotamya ye belge dikin.
BERHEMÊN KU DESTANA GILGAMÊŞÊ VEDIBÊJIN
Li gorî Wezareta Dadê ya DYE’yê di nava berhemên ku wê roja Pêncşemiyê werin radestkirin de dibe ku tabletek bi gêçê ya bi şeklê kama ya 3500 salî be û weke “Hebûna çandî ya hatî dizîn” tê pejirandin be ku bi rengekî derqanûnî ketiye bazara hunerî ya Emerîkayê. Diyar kirin radestkirina vê berhemê ya ji Iraqê re hatî hesabkirin, lê têkildarî dema radestkirinê ti tiştek zelal nehate gotin.
Tableta ji gêçê weke yek ji berhemên wêjeyî yê herî kevnar ên mirovatiyê tê pejirandin ku helbestên têkildarê vegotina cîroka lêgerîna bêmiriniyê yê şahê herî bihêz ê mezopotomaya “Destana Gilgamêş” e.
Dozgerê berpirsiyarê dozê Jacquelyn Kasulis di daxuyaniya roja Sêşemiyê dayî de bal kişande ser piryara DYE’yê û anî ziman, “Radestkirina vê berhema bê hempa ya wêjeya cîhanî gavekî girîng temsîl dike.”
BI DEHAN SALE BERHEMÊN DÎROKÎ TÊN TALANKIRIN
Berhemên kevnar ên Iraqê di serî de ji dagirkeriya Emerîka ya sala 2003’an û şûnde bi dehan sale tê talankirin.
Piştî rûxîna rejîma Seddam Hisên ya sala 2003’an li seranserê welat qadên arkeolojîk zirarek mezin dîtin. Bêxwedî man û muze hatin talankirin.
Li yakene muzeya netewî ya li Bexdayê nêzî 15000 berhem hatin dizîn.
Wezareta Çandê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de got, “Em hêvîdarin ku em ê di pêşerojek nêzîk de mulkên me yên mayî bi taybetî yên li Ewropayê vegerînin.”