DYA’yê aboriya Almanyayê rexne kir
DYA’yê aboriya Almanyayê rexne kir
DYA’yê aboriya Almanyayê rexne kir
Di demeke ku di navbera Almanya û DYA’yê de ji ber faliyetên ‘casusiyê’ alozî heye de, Xezîneya Amerîkayê raporek weşand û da zanîn ku modela aboriya Almanyayê, polîtîkaya aboriyê ya Almanyayê bi tund rexne kir. Almanyayê jî bertek nîşanê van rexneyan dan.
Xezîneya Amerîkayê di rapora xwe ya 6 mehan de balkişand ser mezinbûna daxwazên hundir yên Almanyayê û serxwebûna wê ya li dijî îhracatan û destnîşan kirin ku welatên din yên herêm Euro de û di zextên sererastkirin û xistina îthalatê de, rewşa aobriya Almanyayê çavkaniya ‘nehevsengiyê ye’. Bi kurtasî di raporê de tê gotin ku polîtîkaya aboriyê ya Almanyayê ji bo ‘aboriya global’ ne bifêdeye.
Ev rexne hema piştî skandala guhdarîkirina ku NSA’yê ya Almanyayê pêk hat. li gorî rojnameya Der Spîegel, DYA’ê ev 10 sal bû telefona Angela Merkel guhdarî dikir.
Wezîrê Aboriyê yê Almanyayê jî bersiva van rexneyan dan. Wezîr daxuyaniyek nivîskî û bertekên xw enîşan dan.