Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtina heftane ya asayî ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de pêk nayê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê dan, lê dozger dîsa bi hinceta keştî xerabe ye serlêdan red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dinç û Huseyin Bogatekin, bi boneya bi muwekîlê xwe re Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya komarê ya Bûrsayê dan.
Lê disa dozger serlêdan bi hinceta keştî xerabe ye red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 95 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.