Doza Mûrsî paşve hat xistin

Doza Mûrsî paşve hat xistin

Doza ku tê de Mûhammed Mûrsî û 14 endamên Biratiya Misliman dihatin darizandin, paşve hat xistin. Li gorî çapemeniya Misir û navneteweyî, ji ber xirecira girtiyan û ji ber ku Mûrsî kincê girtîgehê li xwe nekir, doz paşve hat xistin.

Li gel Mûhammed Mûrsî doza darizandina 15 endamên Biratiya Misliman diviyabû îro danê sibê bihata kirin. Lê belê ji ber ku Mûrsî kincê girtîgehê li xwe nekir û ji ber xirecira girtiyan, rûniştina dozê paşve hat xistin.