Doktorên DYE di lêpirsîn û îşkenceyên CIA de cih girtine

Doktorên DYE di lêpirsîn û îşkenceyên CIA de cih girtine

Di raporeke li DYE hat amadekirin de hat ragihandin ku doktorên sonda Hîpokrat xwarine bi armanca "alîkariyê" tev li lêpirsînên CIA û Pentagonê bûne û bûne hevparên kiryarên li dijî mirovahiyê.

Di rapora ji aliyê huqûqnasên serbixwe ve hat amadekirin de tê gotin, doktorên sonda Hîpokrat xwarine di binpêkirinên mafan û îşkenceyên CIA û Pentagonê de cih girtine.

Rapora bi sernavê "Di şerê têkoşîna li dijî terorê de wezîfedarên tenduristiyê ji etîkê dûr ketin" di encama xebateke du salan de hat amadekirin.

Di raporê de ji Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) tê xwestin ku lêpirsînekê der barê mijarê de bide destpêkirin û hat gotin, "Wezareta Parastinê û CIA ji bo wergirtina agahiyan, bi personelên tenduristiyê re hevkariyê dikin ku wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bikar bînin. Ev hevkarî dibe sedem ku mirov di warê fîzîkî de êşê bikşînin."

Ji bo rapora ku tê de girtiyên li DYE, Efganîstan û Gûantanamo hatin nirxandin 20 huqûqnas, doktor û leşker xebitîn. Tê ragihandin ku li navendên veşartî yên CIA ên li DYE, Efganîstan û Gûantanamoyê li girtiyan îşkence, pêkanînên derveyî mirovahiyê, mûameleyên hovane û biçûkxistinê, hatine kirin.

Di raporê de cih ji şîroveya Profesorê Tipê yê Zanîngeha Colombîa Gerhad Thomson ku digot, "Li ser navê ewlekariya neteweyî sonda Hîpokrat tê berejevajîkirin, doktor vediguherin ajanên agahî wergirtinê" hat veqetandin.

Yek ji nivîskarê raporê û profesorê mafê tenduristiya gelemperiyê ya Zanîngeha Johns-Hopkîns Leonard Rûbensteîn jî bibîr xist ku li girtiyên di grêva birçîbûnê ya li Gûantanamo de bi zorê xwarin tê dayîn, di lêpirsînê de dijwarî tê bikaranîn û di bin xeteriya "fetisandinê" de lêpirsîn tê kirin.

Rûbensteîn bal kişand ser daxuyaniyên hemşîre û doktorên tev li van lêpirsînan bûne ku digotin, "pêkanînên bi vî rengî bi hebûna me re legal dibin û di warê tibî de tên qebûlkirin" û got, "Vî welatî hînê dest ji van nêzîkatiyên ku bi piştgiriya tibê jî dike, bernedaye."

CIA jî ragihand ku gelek tespîtên şaş di vê raporê de hene û îdîa kir ku ji sala 2009'an dema Serokdewletiya Obama û vir ve ti girtîgehên veşartî yên CIA nemane. Pentagonê jî parastinek bi heman naverokê kir.