Çanda dengbêjiyê ya Kurdistanê ku bi sedan sal e nifş bi nifş gihiştiye vê serdemê, di bîr û giyanên xwe de çandeke resen a xwedî serpihatî û bi kok e. Ev çanda qedîm a gelê Kurd, geh dibe çîrokek, geh dibe serpihatiyeke qehramanî, geh dibe vegotina xiyanetê û geh jî dibe bîranîneke evînî ya jin û mêrekî Kurd. Her cih û warekê Kurdistanê bîra dengbêjiyê ye. Bi taybetî herêma Serhedê serkêşiya vê çandê bike jî, Botan a rengîn û dîsa gelek herêmên welat ji vê çandê re mal û wargeh in.
Her ku me qala dengbêjiya Botanê kiriye, em nirxandin û serpihatiyên dayikeke Botanê ya dengbêj parve bikin. Dayika Besê Bûdak eşkere dike ku ew nêzî 35 sal e bi çanda dengbêjiyê re heval e û hestên xwe yên di vê derbarê de bi ANF'ê re parve kir.
Dayika Besê diyar dike ku wan di zarokatiya xwe de bi şahî û pîrozbahiyan guh dida dengbêjan û hestên xwe yên di vê derbarê de wiha anî ziman: "Me gotinên wan dubare dikir û di hişê xwe de digirtin. Ji ber ku dengbêjî bi devkî ye, yanî nivîsandin û xwendina wê tune bû. Ev bi sedan sal in dengbêjî bi awayekî devokî, heta roja me ya îro hatiye. Ji ber vê yekê divê ciwanên me xwedî li dengbêjiyê derkevin, dengbêjî çanda me ya kevnar e û me heta niha bi vê çandê kevneşopiyên xwe parastin.”
DENGBÊJÎ HEST Û BÎRA CIVAKÊ YE
Dayika Besê da zanîn ku li Botanê gel hemû di dema şahî û govendê de dihatin ba hev û heta derengiya şevê bi rêya dengêjiyê, serpêhatî û çîrokên Ristemê Zan, Mîrza Mihemed, Hesen Şerefî û her wiha digotin û wiha pê de çû: “Me jî di zarokatiya xwe de guhdar dikir. Botan bi dengbêjiya xwe tê naskirin û gelek curên dengbêjiyê yên wek Xeyîbî, Payîzok, Heyranok û hwd hene. Dengbêjiya herî resen ji Botanê derketiye û li der û dorê belav bûye. Gelek dengbêjên jin ên Botanê hene û hinek ji van jî Meryem Xan, Eyşê Şan û Xoxê ye. Xoxê li Başûrê Kurdistanê wek Nesrîn Şeranî tê naskirin. Dema ku me hemû dayikan guhdariya van jinên dengbêj dikir, me digot xwezî ku me jî bikariya klamên dengbêjiyê bigotina û dengê me li tevahî cîhanê belav bûya. Dengbêjî li ser bûyerên berê yên weke nexweş, êş û janan hatiye gotin. Me pirê dayikan li ber mehdika zarokên xwe dilorand, yan jî dema li ser rêyan diçûn cihekê, yan jî li ser êşên xwe û zarokên xwe dilorand û heta ku bi vî awayî, dengbêjî bi pêş ket.”
JIYANEK BI KED Û XWÊDAN
Dayika Besê di dawiya axaftina xwe got ku dema ew koçberê wargehê bûne, wan bi derfetên xwe yên wê demê navenda çandê ava kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me bi heriyê menzel li navenda çandê çêdikirin. Lê ji ber kar û barên cuda, min nedikarî bikevim koma dengbêjiyê ya navenda çandê. Lê piştre li ser daxwaza hevala xwe, ez tev li koma dengbêjiyê bûm. Em nêzî 10 jin û 10 mêr di komê de bûn. Em wek koma dengbêjiyê carnan diçûn Silêmanî, Dihok û Ranyayê û me kilamên dengbêjiyê li wan bajaran digotin.”