Stranbêjên Ermen ên Amedî Onnik û Ara Dinkjianê bav-kur li Amedê konserek da û sebra xwe anîn. Di konserê de stranên xemgîn û govendê yên bi Ermenî hatin gotin, bîneran ji piyan ve temaşe kirin. Hevşaredarên me jî di nav bînerên konserê de bûn.
Stranbêjê navdar ê ermen Onnik Dinkjian ku bi terza xwe ya xweser li Amerîkayê navûdeng e ligel hunermendê udê yê navdar Ara Dnkjian ku li cîhanê naskirî ye, li Amedê konserek dan. Ev konser bi serperiştiya Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran hate amadekirin.
Berî konserê fîlma Ermenkî ya bi navê “Garod/Keser” ku derhêneriya wê Onur Gunay û Burcu Yildiz kiriye hate nîşandan. Fîlm behsa jiyana Onnik û Ara Dinkjian dike ku li diasporayê dest bi serboriya xwe ya muzîkê kirine û bi hatina wan a Amedê dest pê dike. Garod, ji aliyekî ve çîroka Onnik û Ara dibêje ji aliyê din ve têkiliya wan a bi muzîka dêra Ermenî ya Amed, Anadoluyê vedibêje û bi milekî din ve jî hevdîtina wan a bi Night Ark, SidClark, Arto Tunç Boyacıyan, Eleftheria Arvanitaki, Sezen Aksu, Kardeş Türküler, Ahmet Kaya re tîne ziman.
Piştî fîlmê Onnik Dinkjian nêzî saetekê stranên xwe pêşkêş kirin, kêfxweşiya xwe bi hatina Amedê anî ziman. Onnik- Ara Dinkjian û ekîba xwe bi amûrên wek ud, zirne, ney, dabûka û kanûnê stranên xemgîn û govendê gotin û di stranên xwe de behsa ermen û serpêhatiya wan kirin.
HUNER EWÇEND HÊZ E ÊŞAN DITEWÎNE
Piştî konserê Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli derketin ser sehneyê û kulîlk pêşkêşî hunermendan kirin. Kişanak got, “Ev tenê kesera ji bo Amedê nîn e, ev kesera me ya bo cîran, kirîv û xwişk û birayên me yên Ermen e jî” û ji bo vê konserê ku qenebe piçekî jî kesera wan tewandiye, Kişanakê spasiya hunermendan kir. Kişanak, diyar kir, huner, muzîk û çand ewçend xurt e ku hemû êşan dikare bitewîne û got, “Belkî jî ji bo em bi serhatiya xwe re rû bir û bibin diviya em guhê xwe bidine dengê kesên li paş mane. Îro li Xançepek û Alîpaşayê kesên me sed salê berê winda kirine, me dengê wan seh kir. Birayên me dengê we bihîst û di dilê xwe de hest pê kir.”
JI BIRÎNÊN ME RE BÛN MELHEM
Hevşaredarê me Firat Anli jî destnîşan kir, hinek peyvan wateya xwe ji dest daye û got, îşev her tişt ji dilan de herikiye. Anli got, “War, keser e, mirov e, êş e, dil e û jana giran a nava dilî ye” û weha domand, “Îşev me hem birînên dilê xwe der kirin, hem jî melhem li wna birînan kir. Em hemû mexdûrên vî warî ne. Em hemû dixwazin siberojekê bi hev re ava bikin.” Anli, aşkera kir, îşev ne tenê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her weha Konservatuara Aram Tîgran jî malovanî kiriye û got, “Ji Aram Tîgran heta Karapêtê Xaço, heta dayika Bayzar em vê derê her kesê bi bîr tînin.”
Ara Dinkjian jî got, “Berî 100 salan ji bo me xiyal bû ku li ser vî erdî ji we re konserekê bidin û niha ev xiyala me bû rastî.”