Dîmenê çalakiya li Xakurkê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 22'ê Gulanê ya li Girê Lêlîkanê ya li herêma Xakurkê weşand ku 4 leşker di encamê de hatibûn kuştin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya 22'ê Gulanê ya li herêma Xakurkê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî bi raya giştî re parve kiribû.

"22 Gulanê saet di 18:10'an de hêzên me yên YJA Starê li Girê Lêlîkanê yê herêma Xakurkê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, çeper bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin."