Dibe ku Fransa leşkeran li dijî DAIŞ’ê bişîne!
Dibe ku Fransa leşkeran li dijî DAIŞ’ê bişîne!
Dibe ku Fransa leşkeran li dijî DAIŞ’ê bişîne!
Wezîrê Parastinê Jean-Yves Le Drîan, sînyala ku dê di çarçoveya koalîsyoneke navneteweyî de li dijî hovîtiya DAIŞ’ê leşkeran bişînin da.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan ji radyoya Europe 1 re axivî û diyar kir ku dê Fransa tevlî koalîsyona navneteweyî bibe.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande jî hefteya buhrî daxuyaniyek da û da zanîn ku ger daxwaza hikûmeta Iraqê hebe dê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de Fransa li dijî DAIŞ’ê tevlî koalîsyoneke navneteweyî bibe.
Wezîrê Parastinê diyar kir ku koalîsyona ku hefteya bihurî di civîna bilind a NATO’yê de hatiye rojevê niha di asta avabûnê de ye.
Wezîr bersiv da pirsa Fransa dê leşkeran bişîne yan na jî got: “Dema pêk hat em ê bibînin.”
Li gorî çapemeniya Fransayê, derdorên wezîr dibêjin ku ‘tu tiştek cuda nehatiye dîtin.’
Fransayê di 2003’an de piştî têkçûna Saddam Huseyîn, tevlî mudaxaleya DYA û tîfaqên wê nebibû.