Di vîdeoya kuştina Sotloff de çeteyê duyemîn ê Îngilîz
Di vîdeoya kuştina Sotloff de çeteyê duyemîn ê Îngilîz
Di vîdeoya kuştina Sotloff de çeteyê duyemîn ê Îngilîz
Pisporên ku vîdeoya kuştina rojnamevanê DYA'yî Steven Sotloff lêkolîn kirin, tevî çeteyê Sotloff serjê kir, dengê çeteyekî din jî tespît kirin. Hat ragihandin ku çeteyê duyemîn jî bi devoka Îngilîz axiviye.
Rayedarekî polîsê Îngilîz ê ji rojnameya The Times re axivî û diyar kir ku, piştî gotinên dawî yên kesê serê Sotloff jê kiriye, di vîdeoyê de axaftineke din a "belê, ji hemûyan re mirin" a bi devoka Îngilîz hatiye bilêvkirin, wan tespît kirine.
Ev delîla mijara gotinê îdîaya ku dibêje, 'dîlgirtiyên Rojavayî ji aliyê yekîneyeke ji Îngilîstanê ya DAIŞ'ê ve tên ragirtin û kuştin' xurt dike.
Pisporê ji The Times re axivî anî ziman ku înfazkarê bi navê "Cîhadvan John" tê naskirin, kêmî 30 salî ye û Îngilîzî jî weke zimanê dayikê hîn bûye. Lê belê di warê bilêvkirina navê deveran ên bi Erebî de tespît bûye ku ev kes di nava malbateke ji Rojhilata Navîn de mezin bûye.
Pisporan diyar kirin ku ew li manîpulasyoneke deng an jî dîmen rast nehatine.