Di Qeza li Taylandê de 32 kes mirin

Di Qeza li Taylandê de 32 kes mirin

Li bakurê Taylandê, otobusek wergeriya şerampolê û di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes bi xedarî birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Chîang Raî ya 700 kîlometre li bakurê paytext Bangkokê ye qewimî. Hat ragihandin ku otobusa rêwiyan, ji ber ajokar bi xew ve çû qeza kir û ji 40 rêwiyan 32 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku rewşa 5 birîndaran jî giran e.

Di meha Cotmehê de jî bi heman rengî qezayekê rû dabû û di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Tedawiya birîndarên rewşa wan giran a li nexweşxaneyê dewam dike.