Di pêşbirka hunermendan de serketina ciwanê Kurd
Li Moskowê di pêşbirka hunermendan a navneteweyî de ciwanê Kurd bû yekemîn.
Li Moskowê di pêşbirka hunermendan a navneteweyî de ciwanê Kurd bû yekemîn.
Li Moskowê di pêşbirka hunermendan a navneteweyî de ciwanê Kurd bû yekemîn.
Di 23-24 Gulana 2015'an de li paytexta Rûsya Moskoê Festîval-pêşbirka Navneteweyî ya hunera vokalî "Barana stêrkên hunermend" pêk hat. Ciwanekî Kurd ê bi navê Eslan Çerkezyan ê ji bajarê Nîjnî Novgorodê jî beşdarî pêşbirka îsal bû. Eslan Çerkezyan strana "Ji bo bîranîna Têngîzê Sêroj" pêşkêşî jûrî kir û bi bandora stranbêjiya xwe dilê jûrî qezenc kir. Di encama pêşbirkê de Eslan di beşa "Hozan" (kesê ku bi xwe strana xwe nivîsandiye) Dîploma Xelata Asta Yekemîn wergirt.
Festîval-pêşbirka Navneteweyî ya hunera vokalî "Barana stêrkên hunermend" di çarçoveya Fonda Hunera Nûjen a Ciwanan de bi piştgiriya Navenda Rûsyayî ya Afirîneriya Hunerî û Weqfa Xêrxwaziyê ya Navneteweyî ya Aşitiyê de pêk tê.
Eslan Çerkezyan endamê Koma karê ciwan û sportê ya Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê ye. Li Rûsyayê, li bajarê Nîjnî Novgorodê dijî. Stranbêj e, her wiha bi sporê re bi awayekî profesyonal mijûl dibe.