Di navbera Spanya û Katalonya de tengezariya referandûmê

Di navbera Spanya û Katalonya de tengezariya referandûmê

Referandûma serxwebûnê ya di 18'ê Îlonê de li Skoçyayê bê kirin, li Spanyayê jî bi baldarî tê şopandin. Rêveberiya Herêma Xweser a Katalonya bi biryar e ku di nava du mehên pêş de referandûmeke bi heman rengî pêk bîne. Hikûmeta navendî ya Spanyayê jî hewl dide vê hewldanê asteng bike.

Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy û Serokê Herêma Katalonya Artur Mas bi daxuyaniyên xwe yên tund, ketin rojevê.

Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya El Pais de nerazîbûneke tund nîşanî Serokê Herêma Katalonya Artur Mas dabû û îdîa kiribû ku projeya referandûma serxwebûnê 'îllegal" e. Rajoy diyar kiribû ku eger Serokê Herêma Katalonya hişyariyan li ber çavan negire, ew ê di asta Konseya Destûra Bingehîn de îtirazê bike.

Serokwezîrê Spanyayê destnîşan kiribû ku eger tevî hemû hişyariyan referandûm bê kirin ew ê bang li hemû karmendên navendî û herêmî û hêzên polîsan bikin ku 'qanûnên qraliyetê bixin meriyetê.'

Lê belê Katalanên alîgirên serxwebûnê, beriya referandûma 18'ê Îlonê ya li Skoçyayê, gelekî bi heyecan in. 

MAS: NE PÊKANE KU REFERANDÛMA LI SER PÊŞEROJA KATALONYA BÊ ASTENGKIRIN!

Serokê Herêma Katalonya Artur Mas jî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û bersiveke tund da daxuyaniyên Serokwezîr Rajoy. Mas destnîşan kir ku vegera ji referandûma li ser serxwebûna Katalonya nabe û got, "Astengkirina referandûma li ser pêşeroja Katalonyayê, ji aliyê pratîkî ve ne pêkane."

Mas beriya xwepêşandana mezin a îro ya bi daxwaza serxwebûnê daxuyanî da û got, "Eger gelê Katalan bixwaze li ser pêşeroja xwe dengdanê bike, ne pêkane ku ev daxwaz di pratîkê de timî bê astengkirin. Ez bawerim ku hikûmeta Spanyayê jî wê vê fêm bike."

Katalonya ya ji 32 hezar kîlometrekareyî, xwedî nifûsek ji 7,5 mîlyonî ye. Di nava Spanyaya ji 48 mîlyon kesî, ji aliyê aboriyê ve herêma herî xurt e. Ji sedî 35 ê îxracata Spanyayê ji Katalonyayê tê kirin û ji sedî 25 ê razemeniyên biyanî jî li vê herêmê tê kirin.

Di serî de Barcelona, bi 5 mîlyon tûrîstan re herêma Katalonya yek ji navendên tûrîzmê yê welêt e.