Di navbera Rûsya û Ewropayê de krîzeke nû ya gazê xwe dide der?

Di navbera Rûsya û Ewropayê de krîzeke nû ya gazê xwe dide der?

Kargeha gazê ya Rûsyayê Gazprom da xuyakirin ku Ûkraynayê deynê xwe yê 882 mîlyon dolarî nedaye. Di demeke ku Kîev xwe nêzî Yekitiya Ewropayê dike de ev daxuyaniya Gazpromê rê li ber fikar û gumanên rûdana krîzeke nû ya gazê vekir.

Li gorî medya Rûsyayê Serokê Gazpromê Alekseî Mîller got, "Ji ber rewşa Ûkraynayê ya dayîna deynên li gaza Rûs em gelekî bi fikar in."

Patronê Gazpromê da xuyakirin ku ji bo Ûkrayna 882 mîlyon dolar heqê gaza di meha Tebaxê de hatiye dayîn bide, wan dem nas kirine û ev dem di 1'ê Cotmehê de bi dawî bûye. Mîller got, "Rewş gelekî cidî ye, li gorî kontrata hatiye kirin, eger şert û mercên dayînê werin binpêkirin, dê pergala pêş dayînê bicih were anîn."

Tengezariya navbera Rûsya û Ûkraynayê di nava çend salên dawî de gelek caran bû sedem ku gaza Rûs ya ji bo Ûkraynayê were birîn. Her çend Ûkrayna her carê ket nava lêgerîna çavkaniyên nû jî, bi gaza Rûs ve gelekî girêdayî ye.

Lihevnekirina di mijara Gazê de, di heman demê de bû sedem ku îxracata gazê ya diçe Yekitiya Ewropayê jî qut bibe. Ji xwe di rewşa heyî de Ûkrayna rola welatê bingehîn ê gaza Rûs jê derbasî Ewropayê dibe, dileyze.

Ji çar parê gaza li Ewropayê yek par ji Gazpromê tê. Bi şert û mercên sar ên hewayê re ji destpêka salê û vir ve di îxracata gazê de zêdebûneke hat jiyîn.

Ev hişyariya Gazpromê li demeke ku di navbera Ûkrayna û Yekitiya Ewropayê de di 21'ê Mijdarê de peyaman hevkariyê bê morkirin rast hat. Ji bo morkirina vê peymana li civîna bilind a Yekitiya Ewropa ya li Vîlnîûsê, Ewropa dixwaze serokwezîrê berê û mûxalîf Loûlîa Tîmochenko serbest bê berdan.