Di nava PKK'ê de dema veguherînê -VI

PKK ji avabûnê û vir ve guherîn û veguherîn kiriye cewhera xwe. PKK'ê bi guherîna salên 2000'î re planên qirkirinê têk bir û xwe parast.

RÊZE NIVÎSA PKK'Ê

Ji ber ku pêşî li siyaseta demokratîk nehatibû vekirin PKK neçar ma şerê têkoşîna çekdarî bike û li gorî gguherîn û polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê dihatin ferzkirin, xwe ji aiyê rêxistinî ve bi cih bike. Di vê çarçoveyê de PKK'ê di salên 2000'î de guherîn pêk anî, planên qirkirinê pûç kir û karîbû xwe biparêze. Bi hilweşîna reel sosyalîzmê û pêkhatina komployê re Rêber Apo bi kûrahî hîs kir ku divê PKK bi rengekî bingehînî xwe biguherîne û veguherîne.

Rêber Apo anî ziman ku rewşa xumamî ya asta komê, neçareserkirina pirsirêka dewletê, jiholêranekirina komployên hundirîn û derve yên tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî bûn sedem ku PKK demeke dirêj xwe dubare bike. Di nava PKK'ê de mezinnebûna gerîla û pêşvenebirina şerê gel ê şoreşgerî guherîneke bingehîn ferz dikir. Dawiya dawî bi îlana KADEK'ê û avabûna KONGRA GEL re wê lîstika hêzên navneteweyî û planên tasfiyeyê yên dewleta Tirk ser û bin bihata kirin. Yekîtiya Ewropa (YE) weke dewama komployê amadekarî dikir ku PKK'ê bixe nava 'rêxistinên terorîst'. DYE û Îngilistanê piştevaniyeke xurt didan Tirkiyeyê û di bingeha vê piştevaniyê de jî ragihandina PKK'ê weke 'rêxistina terorîst' hebû. KADEK û KONGRA GEL weke pêngaveke zû ya li dijî van planên tasfiyeyê kete nava dîrokê.

PÊNASEYA DIYARKER: ÇARESERIYA DEMOKRATÎK

Ji bo mîrateya PKK'ê bê parastin û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji krîza heyî bi zerareke kêm rizgar bibe, biryar hatibû dayin ku di bin navekî cuda de kar bê meşandin. Rêber Apo di parêznameya xwe de diyar kir ku hem li gorî şert û mercên derve hem jî li gorî şert û mercên hundir ên bûn sedema tengaviyê, pêwîstî bi termînolojiyeke nû heye û destnîşan kir ku ev yek nayê wateya înkara PKK'ê. Rêber Apo di dewama parêznameya xwe de ev nirxandin kiribû: "Heta ku cihêbûn bê temamkirin, ji aliyê taktîkî ve danîna navê PKK'ê li aliyekî, bi rengekî demkî guncaw dihate dîtin. Me dixwest navê PKK'ê ji destê tasfiyekaran rizgar bikin ku weke amûrekê bi kar dianîn. Rêxistiniyên bi rengê KADEK û KONGRA GEL dikarîbûn bersivê bidin vê pêwîstiyê. Ji vê jî girîngtir em di nava veguherîneke cidî de bûn. Ev yek nûbûneke radîkal bû, lewma tevger bi navekî nû dikarîbû hîn serketî bûya. Li gelek welatên reel sosyalîst tecrûbeyên bi heman rengî hebûn. Ya ku me dixwest bikin, nedihat wateya xweşibandina li wan. Berevajî vê yekê afirîneriyeke cuda û hîn bi wate hebû. Di versiyona destpêkê ya parêznameyên xwe de û di nivîsên xwe yên ji bo PKK'ê de min hewl dabû xetên esasî yên veguherînê pênase bikim. Pênaseya diyarker a veguherînê jî çareseriya demokratîk bû."

ALTERNATÎFA RÊVEBERIYA CIVAKÊ YA BI DEWLETÊ

Rêber Apo piştre li ser pênaseyên siyaset-polîtîkayê hîn bêhtir kûr bû. Rêber Apo destnîşan kir ku felsefeyeke polîtîk û demokratîk a ku siyasetê weke dijberê îdareya dewletê dibîne, dikare bibe alternatîfa rêveberiya civakê ya ji aliyê dewletê ve tê birêvebirin û got, "Îflasa avakirina sosyalîzmê ya bi destê dewletê, berê min da wê yekê ku feraseta avakirina rast a sosyalîzmê lêkolîn bikim. Felsefeya siyaseta demokratîk dikarîbû bibûya gaveke gelekî girîng a vê yekê. Di pratîkê de jî gelê me li hemberî dewletê berxwedêriyeke gelekî xurt nîşan dabû. Ji ber xebatkar an jî kadroyên PKK'ê yên neafirîner, hindik mabû ku ev berxwedêrî ji holê bê rakirin. Dema ku min rêyên pêşîgirtina li vê yekê lêkolîn dikir, îqna bûbûm ku nêzîkatiya herî guncaw a felsefeya li pişt vê yekê û rêveberiya siyaseta demokratîk e. Israra li ser reel sosyalîzmê ya xitimandî û feraseta partiya komunîst a klasîk a ku encam wernedigirt, wê bibûya helwesteke hişk û dûrî ji çareseriyê re. Ji xwe rola van partiyan a di xitimandina sosyalîzma zanistî de eşkere bûbû. Dewamkirina PKK'ê ya bi vî rengî wê bihata wateya alîkarîdayina ji tasfiyekariyê re. Li gel vê yekê jî redkirina mîrateya reel sosyalîzmê ya bi rengekî giştî û berketina li ber demokrasiya lîberal nikarîbû bihata qebûlkirin. Demokrasiya lîberal demokrasiya sexte bû. Feraseta sosyalîzm û çepgiriya lîberal jî ku dihate wateya çepa wê, dihate wateya veguherîna bi rengê kapîtalîzma taybet a wê yekê. Gelekî girîng bû ku PKK û nirxên berxwedêr ên gel li hemberî van herdu ferasetên xetere bihata parastin."

Rêber Apo di dewama nirxandinên xwe de KADEK û KONGRA GEL ji bo xwedîderketina li mîrateya dîrokî ya şerê gel ê şoreşgerî û PKK'ê weke du amûrên serdemî pênase kir û destnîşan kir ku ev yek jî bi bicihanîna rola xwe, nirxandina cewhera pêvajoyê û pêkanîna wezîfeyên xwe yên demê dikare bibe.

KETINA ROJEVÊ YA TASFIYEKARAN

Tasfiyekarên navxweyî yên ku li ber cewhera parêznameyên Rêber Apo rabûn, di salên 2002 û 2004'an de careke din rû dabûn. Ji ber ku tasfiyekarî caerke din bi berfirehî kete rojevê gelek xisar pêk hatibûn. Di rewşeke bi vî rengî de ji ber ku parêzeran nekarîn di dema xwe de agahiyên têrker bide Rêber Apo destketiyên nirxên manewî û madî yên gel û partiyê derb xwaribûn. Di pêvajoyeke bi vî rengî ya veguherîna radîkal de piştî ku tasfiyekarî kete dewrê, şerê gel ê şoreşgerî di navbera du aliyan de li ber tasfiyeyê ketibû.

Wê dewam bike...