Di Muzeya Nobelê de pêşengeha “Making Peace”
Di Muzeya Nobelê de pêşengeha “Making Peace”
Di Muzeya Nobelê de pêşengeha “Making Peace”
Muzeya Nobelê ya li paytexta Swêd Stockholmê, ji 15'ê Hezîranê û vir ve ji pêşengeha "Making Peace" a bi mijara bêçekbûyîn, edalet û aştiyê re mêvandariyê dike.
Pêşenge ji aliyê "Buroya Aştiyê ya Navneteweyî " (IPB) ve tê lidarxistin, ku rêxistina herî kevin a aştiyê ya cîhanê ye û di sala 1892'an de hat damezrandin. Di pêşengehê de nêzî 100 wêneyên bûyerên herî girîng ên sedsala dawî nîşan didin, cih digirin.
Hilweşînên ku şer û pevçûn bûne sedem, li gel wêneyên ku daxwaza gelan ya azadî û aştiyê nîşan didin di heman demê de jî portreyên kesayetên ku ji bo bêçekiyê û aştiyê ketine nava hewldanan, hatin nîşandan. Pêşengeha li avahiya Nobelê li pêwendiyeke mezin rast tê û heta roja îro nêzî 10 hezar kesî serdan kirine.
Rêveberên IPB’ê diyar kirin ku ew naxwazin bi pêşengehê mirovan bê hêvî bikin, dixwazin hêz û bawerî bidin, li gel karesatên her du şerên Cîhanê yên mezin û şerên din ên herêman rê li ber vekirî jî, di tekoşîna xwe ya pêkanîna aştiyê de gavên mezin avêtine û rola rêxistinên aştiyê ya di vir de dixwazin nîşan bidin.
Rêveberê IPB'ê ragihand ku ew dixwazın peyama; ji bo têkûzkirina aştiyeke mayinde divê li pênc qadên cuda hewldan bên kirin û ev jî; bêçektî, dijberiya şer, pêşîgirtina li pevçûnan û rêbazên çareseriyê, edaleta civakî û aborî, mafên mirovan û demokrasî, pêşketina hawirdor û aramiyê ne.