Di juriya Festîvala Cannesê de 5 jin û 3 mêr cih digirin

Di juriya Festîvala Cannesê ya 74’emîn de wê 5 jin û 3 mêr cih bigirin.

Juriya Festîvala Fîlman a Cannesê hate eşkerekirin. Wê festîval di navbera 6-17’ê Tîrmehê de were lidarxistin.

Stranbêja ji Kanadayê Mylene Farmer, derhênerê Fransiz-Senegalî Matî Dîop, aktorê Fransiz Tahar Rahîm, senarîst û aktrîsta Fransiz Melanîe Laûrent, aktorê ji Koreya Başûr Song Kang-Ho, senarîst û derhênerê ji Brezîlyayê Kleber Mendonça Fîlhoî, derhêner û senarîstê ji Evûstûryayê Jessîca Haûsner, derhêner û senarîstê ji Emerîkayê Maggîe Gyllehaal di juriyê de cih digirin.

Jurî wê bijartina xwe ji nav 24 fîlman bike.  Wê destpêka festîvala ji aliyê Dorîa Tîllîer were kiri û ji ber kariyera wê, ew ê Xelata Rûmeta Palmiyeya Zêrîn bidin Jodîe Foster.

Beriya şewbê di sala 2019’an de festîvala dawîn hatibû lidarxistin û fîlmê bi navê‘Parasîte’ yê Bong Joon-Hoo hêjî xelata Palmiyeya Zêrîn hatibû dîtin.