Di Festîvala Muzîk û Folklorê ya Kurdistanê de xelat hatin dayin

Festîvala Muzîkê ya Kurdistanê îsal li Elmanya Dusseldorfê, 13’ê Gulanê hate kirin.

Di festîvalê de bi tevahî 13 komên muzîkê hebûn û koma muzîkê ya Mezopotamya ya ji bajarê Saarbrucken bû koma yekemîn.

Festîvala Muzîk û Govendê ya Kurdistanê ku her sal ji hêla TEV-ÇAND’ê ve li Ewropayê tê amadekirin, îsal bi rengê 'govend'ê û 'muzîk'ê ji hev hatin veqetandin.

Ji gelek bajarên Ewropayê 16 komên muzîkê tevlî festîvalê bûn. Festîval 30. îsal diyarî ‘’Şehîd Mizgîn û Şehîd Sefkan’’ kirin. Di festîvalê de Koma Mezopotamya ya ji bajarê Saarbruckenê bû yekemîn û xelata Hozan Dilgeş standin ku beriya bi pêlekê jiyana xwe ji dest dabû.

XELATA RÛMETÊ JI BO HOZAN DILGEŞ

Endamên Juriyê yê Festîvalê Hozan Diyar, Sosin Memo, Deniz Deman, Gulbahar Kavcu, Merdan, Memo û Mazl.ûm Rewşen kirin.

Li ser navê TEV-ÇAND’ê hevserok Cewad Merwanî û Şeyda Rojhilat di destpêkê de axivîn. Hevserokan bal kişandin ser giringiya festîvalê, gotin ev 30 sal in berdewam dike û ‘mîrateya şehîdan e’ Hevserokan diyar kirin ku armanca wan ew e ku tiştekî li çand û muzîka Kurdî zêde bikin.

Xelîl Xemgîn li ser navê Koma Berxwedan axivî, diyar kir ku ew minetdarê Hozan Mizgîn û Hozan Sevkan in û got ew ê vê bidomînin.

Piştî bernameyê ku tevahiya rojê berdewam kir, endamê juriyê komên ku xelat girtin diyar kirin. Koma Mezopotamya a ji Saarbrûckenê hatî bû koma yekemîn û Koma Arîn duyemîn û Koma Robend jî xelata sêyemîn girt.

Her wiha xelata rûmetê dane Hoza Dilgeş ku beriya bi pêlekê jiyana xwe ji dest dabû û Zozan jî xelata ‘Ked’ê stand.

Festîvala Muzîk û Folklorê ya Kurdistanê jî di navbera 3-4 Hezîranê de li Elmanya, Munsterê wê were çêkirin.