Di Festîvala Dersimê ya 10’emîn a de piştgiriya HDP’ê hate kirin

Festîvala Dersimê ya li Ewrûpayê ya 10’emîn li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê didome. Di festîvalê de bang hate kirin ku, bila her kes dengê xwe bidin HDP’ê.

Festîvala Dersimê ya li Ewrûpayê ya 10’emîn di roja duyemîn de didome. Di qada festîvalê de herî zêde wêneyên namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û alayên HDP’ê derketin pêş. Di festîvalê de ji bo piştgiriya HDP’ê slogan jî tên qîrîn.

Di festîvalê de li ser dikê wêneyê Seyîd Riza, Îbrahîm Kaypakkaya, Zeynep Kinaci û Mazlûm Dogan hatin dalqidandin û ji bo HDP’ê jî stand hatin vekirin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu ji ber xebatên hilbijartinê û Şaredarê Pulurê M. Fatîh Macoglû jî ji ber vîzeyê nekarîn werin festîvalê.

Axaftina destpêkê ya festîvalê ji aliyê Pîr Riza Yagmûr hate kirin. Yagmûr diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek Elewî hene û li ser gelê Elewî qetlîam tê kirin. Yagmûr bang li Elewiyan kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bila Elewî dengê xwe bidin HDP’ê.

‘GELÊ KURD ŞERÊ RONAHIYÊ DIDE’

Pîr Riza Yagmûr axaftina xwe wisa domand, “Heke îro ronahî hebe, ev ji ber berdêlên pêşiyên me pêk hatiye. Ew erdnîgarî ew ê rojekê ronî bibe û ew ê roj her kesî germ bike. Herî zêde Kurd şerê ji bo ronahiyê didin.”

Yagmûr qala hilbijartina 24’ê Hezîranê kir û got “Niha sê koalîsyon hatine avakirin yek jê ya Mûaviye û Yezît e. Ya din jî ya faşîstan e. Ji me re koalîsyona sêyemîn dimîne. Ya ku ji bo bindestan û mazlûman têdikoşe. Em ê tevî vê koalîsyona demokrasîxwaz û azadîxwaz  bimeşin.”

Festîval bi stranên Koma Botan û Denîz Deman domiya.