Di êrîşên bombeyî yên li Iraqê de herî kêm 15kes mirin

Di êrîşên bombeyî yên li Iraqê de herî kêm 15kes mirin

Li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê di encama du êrîşên bombeyî yên li herêma Tarimiyyê de herî kêm 15 leşker hatin kuştin û bi dehan leşker birîndar bûn.

30 km li bakurê paytext Bexdayê li herêma Tarimiyye ku bi giranî şêniyên Erebên Sûnî lê dijîn, bi du wesayîtên bombebarkirî li dijî baregehek leşkerî êrîş hat kirin û di encamê de 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 39 jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê ambûlansên ku çûne cihê bûyerê mirî û birîndar rakirine nexweşxaneyan. Ji ber birînên giran ên birîndaran fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. 

Li gorî zanyariyên ku Neteweyên Yekbûyî li Iraqê çalakiyên şidetê ji sala 2008’an ve gihiştine asta herî jor. Tenê di du mehên dawî de 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.