Di depoya çekan a li navenda Kabîlê teqîn
Di depoya çekan a li navenda Kabîlê teqîn
Di depoya çekan a li navenda Kabîlê teqîn
Li navenda paytexta Afganîstan Kabîlê, li depoyeke çekan a servîsa îstîxbaratê ya Afgan a li nêzî biryargeha hêza NATO ya li Afganîstanê ÎSAF'ê ye, teqîneke dijwar rû da. Rayedarên herêmî diyar kirin ku teqîn ji ber "qezayê" rû daye û tiştek bi kesî nehatiye.
Li gorî daxuyaniya NATO'yê ya di AFP'ê de cih girt, teqîn li gorî dema herêmê saet di 10.20'an de li derveyî biryargeha ÎSAF'ê rû da. Piştî teqîna ku ji navenda bajarê Kabîlê jî hat bihîstin, Sefaretxaneya Bilind a Amerîkayê ya li nêz jî, li sîrenê da.
Li taxa teqînê lê rû da, tevî biryargeha ÎSAF'ê û baregeheke leşkerî ya Amerîkî, gelek Sefaretxaneyên Bilind û rêxistinên navneteweyî jî hene. Di salên dawî de Talîbanê li dijî vê taxê gelek çalakiyên xwekujî pêk anî.
Payebilindekî servîsa îstîxbaratê ya Afgan Lufûllah Maşal daxuyanî da AFP'ê û got, "Teqînê li depoyeke çekan rû da. Qezayek bû, ne êrîşeke dij min bû."
Teqîn rojek heman piştî êrîşa xwekujî ya li hemberî konvoya NATO ya li ser rêya Balafirgeha Kabîlê rû da. Hatibû ragihandin ku di vê êrîşa li dijî NATO'yê de tiştek bi kesî nehatiye. Berirsyariya çalakiya xwekujî jî Talîbanê girtibû ser xwe.