Li gelek navendan 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê endamên KURDÎ-DER û welatiyan ve bi bernameyên cur bi cur hate pîrozkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de balkişandin ser polîtîkayên zext û asîmîlasyonê.
AMED
Navenda Giştî ya DBP'ê bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kovara Hawarê di 15'ê Gulana 1932'an ji aliyê Zimanzan Celadet Elî Bedirxan û Hevalên wî ve li bajarê Şamê yê Sûriyeyê hat weşandin. Kovara Hawarê kovareke wêjeyî, hunerî, felsefî ya bi Kurdî e. Roja weşandina kovarê 15'ê Gulanê bû Cejna Zimanê Kurdî.
Cejna Zimanê Kurdî ji bo xwedîderketin û pêşvebirina ziman xwedî cihekî girîng e. Kovara Hawarê keda wêjevanên Kurd ên wek Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî ye. Ev rewşenbîr bingeha dibistanên seretayî, navincî, bi dehan enstîtuyên Kurdî û zanîngehên niha hene ava kirine. Statuya zimanê azad divê di makezagonê bê aşkerekirin û di her warê jiyanê de bê bikaranîn. Divê hemû astengiyên li pêşiya ziman bên rakirin. Heke zimanek neyê axaftin û di bin bişaftinê de be dê nikaribe xwe bigihîne nifşên nû. Ziman û çand hebûna gel e. Qedexekirina ziman tinekirina gelekî ye. Heta niha gelê Kurd li dijî polîtîkayên dewletê yên bişaftinê li ber xwe daye. Qedexekirina zimanekî sûcekî mezin e. Divê dewlet pêdiviyên gelên xwe yên wek bikaranîna ziman, ewlehî û hwd. bi cih bîne. Lê belê hikûmeta berovajiyê vê yekê êrîşî dibistanên ku gelê Kurd bi derfetên xwe li Amed, Gever û Cizîrê vekiribû kir. Gelê Kurd heya niha teslîm nebûye û wê nebe. Bi salan bi dirûşmên 'Zimanê me rûmeta me ye, bê ziman jiyan nabe' li ber xwe daye û dê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomîne. Bi vê mebestê em Cejna Zimanê Zikmakî ya Kurdî pîroz dikin û em dibêjin hebûna me girêdayî parastin û pêşvebirina zimanê me ye."
Li navçeya Erxaniyê ya Amedê jî Şaxa KURDÎ-DER'ê bi heman armancê şahî li dar xist. Di şahiyê de pankarta "Ziman beden e, çand bedene, erdnigari beden e, li bedena xwe wedi derkevin" hate vekirin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî bi heman boneyê daxuyaniyekî nivîskî weşand.
MÊRDÎN
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay û Ahmet Türk, bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hevşaredaran di daxuyaniya xwe de wiha got: "Neteweyên Yekbûyî tinehesibandina çand û ziman wekî sûcê mirovahiyê û qirkirina çandî dinirxîne. Divê Tirkiye demildest dev ji vê polîtîkayê berde û perwerdeya bi Kurdî têxe bin ewlekirina destûra bingehîn. Lewre, civaka ku nikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibîne, nikare hebûna xwe jî biparêze.'' Hevşaredaran bang li gel jî kir da ku li zimanê xwe xwedî derkevin û gotin: "Em jî bi vê wesîleyê dixwazin ku gelê me li hemû qadên jiyanê Kurdî biaxive û bixwîne. Her wiha divê hemû rewşenbîr û nivîskarên me jî di vê mijarê de pêşengiyê bikin. Barê herî giran dikeve ser mile dayîkan. Divê dayîk bêtir ji bo ziman bixebitin."
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li Parqa Bairş daxuyanî hat dayîn. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Nisêbînê Hîkmet Acat balkişand ser zext û zordarên li ser ziman. Piştî daxuyaniyê li PTT'ê ji girtiyan re qert şandin.
SÊRT
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber Şaredariya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokên DBP û HDP'ê, hevşaredar û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Namzetê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim daxuyanî xwend û diyar kir ku zimanê zikmakî ji civakê re kesayetê dide qezencekirin. Yildirim anî ziman ku divê zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê parastin û weke zimanê perwerdeyê bê dayîn.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îro 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye lê hê zimanê Kurdî qedexe ye. Gelê li ser axa xwe zimanê xwe neaxive, nenivîse û bikarneyne di bin zilmê de ye."
ÇEWLÎK
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Çewlîkê jî bi heman armancê ji ber avahiya komeleyê heya Saat Kuleyê meş li dar xistin. Piştî meşê têkildarî girîngiya rojê de axaftin hatin kirin.
RIHA
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Rihayê ji bo heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên komeleyê li Qada Topçu hatin cem hev pankartên "Zimanê me rumeta me ye", "Bi Kurdî bixwînin, binivîsin, biaxifin" û "Em dixwazin zimanê dayîkê bibe zimanê fermî" vekirin û dirûşme berz kirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Ramazan Ayebe, daxuyanî xwend û xwest ku zext û astengiyên li ser zimanê Kurdî bên rakirin.
MELETÎ
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Meletî jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Nazmetên HDP'ê yên Meletî Ahmet Akar û Perîhan Yucekaya jî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Meletî Polat Akkose daxuyanî xwend û balkişand ser girîngiya zimanê zikamke.
MÊRSÎN
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin û piştî meşê bername hat lidarxistin. Welatiyên li ber komeleyê hatin cem hev bi pankarta "15'e Gulan Cejna Zîmane Kurdî pîroz be" vekirin û heya Parqa Ozgur Çocuk meşiyan. Namzetên HDP'ê yên Mêrsînê, rêveberên HDP'ê û gelek welatiyên din tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Be ziman iiyan nabe" û " Bijî zimanê Kurdî" hatin berzkirin.
Welatiyên tevlî bernameyê bûn kincên gelerî li xwe kirin û dowîzên "Be ziwan cu nebeno", "Ziwan estbiyayişe ma yo" û " Be ziman jiyan nabe" hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê KURDÎ-DER'a Mêrsînê Serdar Karakeçî axivî û diyar kir ku bi salane zimanê wan qedexe ye û gelê Kurd rastî polîtîkayên asîmîlasyonê tên.
EDENE
Endamên KURDÎ-DER’ê li qada Beşocakê hatin cem hev û daxuyanî dan çepemeniyê Beriya daxuyaniyê hunermendên NÇM-DER a Edeneyê stran gotin û govend hate gerandin. Namzetên HDP’ê yên Edeneyê Tugay Bek, Ferîde Peynîrcî û Bariş Karabiyik jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê KURDÎ-DER’ê yê Edeneyê Reşît Gultekîn li ser navê girseyê daxuyanî da û bal kişand li ser pêşkêtina Kurdî û got ku daxwaza gelê Kurd ev e ku Kurdî bibe zimanê û xwest di destûra bingehîn de ev maf bê dayîn. Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
WAN
Li kolana Hunarê ji aliyê Rojnameya Azadiya Welat û KURDÎ-DER’ê ve stand hate vekirin.
Bi pêşengiya KURDÎ-DER’ê jî meş hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Bi sedan kesên ku li Parka Musa Anter bi sedan kes hatin cem hev û namzeta HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer û Hevşaredara Îpekyolu Aygul Bîdav jî beşdarî çalakiyê bûn. Girse bi pankarta “Bê ziman jiyan nabe, zimanê me rûmeta me ye” ve dest bi meşê kirin. Girse piştre li Parka Hunerê daxuyanî da. Ji mamosteya KURDÎ-DER’ê Bahar Ozdemîr Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bal kişand li ser girîngiya Kurdî.
Li navçeya Erdîşê jî bi pêşengiya KURDÎ-DER’ê bi sedan kesên haten cem hev heta Parka Zîlanê ve meşiyan. Ligel dorpêça polîsan Hevserokê KURDÎ-DER’ê ya Erdîşê Şakîr Asil axivî û got ku di civakan de rojên girîng heye û li hemberî zimanê gelê Kurd ji paşerojê heta niha wekî kevneşopiyeke berdewam kiriye û hê jî didome.
MÛŞ
KURDÎ-DER a Mûşê jî ji cadeya umhuriyetê heta Qada Şaredariyê meş li dar xistin. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de pankartên bi kurmancî û zazakî yên “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hatin vekirin. Piştî meşê Serokê KURDÎ-DER’ê Şafî Nergîz axivî û got ku 80 salan zêdetir in Kurdî hatiye qedekirin û li ser gelê Kurd, Tirkî hatiye ferzkirin. Nergîz bilêv kir ku tinehesibandina zimanê Kurdî îro ji aliyê AKP’ê ve tê berdewamkirin dest ji înkarê bernadin.
AGIRÎ
Li Agiriyê cejna ziman bi coş hate pîrozkirin. Bi pêşengiya TZP-Kurdî, KURDÎ-DER, MAPER, Navenda Çandê ya Sema, DBP, HDP, KESK, KJA û MEYA-DER’ê girse li ber pîtûkxaneya bajar kom bûn û bi erbaneyan û govendê cejna ziman pîroz kirin. Hevseroka KURDÎ-DER’ê ya Agiriyê Binevş Cîn li ser navê girseyê daxuyanî da û got ku hikûmeta AKP’ê di îktîdara xwe ya 12 salan de li hemberî Kurdî polîtîkaya asîmîlasyonê meşandiye.
ÎDIR
Li Îdirê jî hevparên KJA’yê li Parka Medet Serhat bernameyek li dar xistin. Namzetên HDP’ê yên Îdirê jî beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de M. Emîn Adiyaman axivî û got ku gelê Kurd bi zimanê xwe ve heye, heke Kurdî bê ji bîrkirin gelê Kurd namîne ji ber vê yekê jî xwest ku dayik li malan bi zarokan re Kurdî biaxivin û Kurdî hînî zarokan bikin.
Namzeta HDP’ê Kiznaz Turkelî ya ku eslê wê azerî ye bi zimanê xwe yê dayikê stranek stra. Piştre jîg ot ku wekî zimanê Kurdî zimanê wan ê dayikê jî hatiye asîmîlekirin û ew jî weke Azeriyekê nikare zimanê xwe yê dayikê bi kar bîne û yên ku pêkûtiyê li ser ziman dikin bila fedî bikin.