Derhênerê Îranî Rasoulof êdî azad e

Derhênerê Îranî Rasoulof êdî azad e

Derhênerê Îranî Mohammad Raoulof ku par ji bo tevî Festîvala Fîlman a Stockholmê bibe dihat Swêdê pasaporta wî hat desteserkirin û derketina derveyî welêt lê hat qedexekirin, piştî salekê pasaporta xwe wergirt. Piştî wergirtina pasaportê Rasoulof ji Îranê derket û çû Elmanyaya ku demeke dirêj lê dijî.

Fîlmê Raosulof ê binpêkirin û sansura azadiya ramanê ya rejîma Îranê rexne dike yê bi navê "Manuscripts Don’t Burn", par di Festîvala Fîlman a Stockholmê de hatibû nîşandan. Rêveberên festîvalê Rasoulof ji bo beşdarî çalakiyên festîvalê bibe vexwendibûn Swêdê, lê belê ji ber ku rayedarên Îranî dest danîbûn ser pasaporta wî nekarîbû ji Îranê derkeve.

Ev helwesta rejîma Îranê rastî nerazîbûnê hatibû û hunermendên DYA'yî jî di nav de zêdeyî 20 hunermendan li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Stockholmê çavên xwe bi paçekî reş girê dan û helwesta hikûmeta Îranê protesto kiribûn.

Rayedarên Festîvala Fîlman a Stockholmê duh bi civîneke çapemeniyê ragihandin ku pasaporta Rasoulof jê re hatiye dayîn. Hat ragihandin ku Rasoulof ji ber vê piştevaniyê spasiya hempîşeyên xwe û Festîvala Fîlman a Stockholmê kiriye û aniye ziman ku ew hêvîdar e bi fîlmên nû di dema herî kurt de bê Stockholmê.