Derhêner Ken Loach peyam ji Festîvala Fîlman a Kobanê re şand

Derhêner Ken Loach peyamek ji Festîvala Fîlman a Kobanê ya Navnetewî re şand û got, ''Serkeftinên we yên siyasî li hemû cîhanê bi hurmet tê pêşwazîkirin û gelek mirovên ku qet hûn ê wan nes nekin, dilxwazê we ne.''

Derhêner Ken Loach peyamek ji Festîvala Fîlman a Kobanê ya Navnetewî re, şand. Peyama Loach wiha ye:

''Ez jidil festîvale we ya nû slav dikim û we pîroz dikim.

Di rewşeke wiha de ku vegotina wê ya bi gotinê zehmet e, ev xebata we ku bi naskirina hêza sînameyê ya ku mirovan tîne cem hev we pêk anî, îlhamê dide mirov.

Serkeftiyên we yên siyasî li hemû cîhanê bi hurmet tê pêşwazîkirin û gelek mirovên ku qet hûn ê wan nes nekin, dilxwazê we ne.

Di festîvala we ya îsal de serkeftinê ji we re dixwazim û hêvî dikim ev bernameya we her sal wê geştir bibe.

Li gel dostanî û hevgirtinê.

Ken Loach"