Dengê vejînê: 12 salên bêyî Hozan Zinar

Xwediyê berhema 'Bîz Apo'ya soz vermîşîz (Me soz dane Apo)' Hozan Zinar ku di her çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê gotin, di sala 12'an a wefata xwe de ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve tê bîranîn.

Hozan Zinar bi berhemên xwe yên li ser tevgera azadiyê cihê xwe di dîroka hunerê ya Kurd de girt.

Ji bilî strana 'Bîz Apo'ya soz vermîşîz' li nava Koma Berxwedan stranên 'Şîrîne Kurdistan', 'De bimeş', 'Mendo Têye', 'Çemê Mûşê' û 'Mûnzûr Çayi' cihekî berfireh di dilê gelê Kurd de girt.

Hozan Zinar hîn 16 salî bû Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Ji bo li nava Kurdên Ekecîkê Tevgera Azadiyê ya Kurd belav bibe kedeke mezin da.

Di sala 1954'an de li gundê Saigrkaraca ya navçeya Ekecîk a ser bi Aksarayê ji dayik bû. Di sala 1972'an de weke malbata karker li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi cih bû. Hozan Zinar di 18 salî de li Febrîqeya Ford dest bi kar kir û li vê derê bi sendîkayan tevlî têkoşîna demokratîk bû.

BI NAVÊ HOZAN HARABÎ DERKETE SER DIKÊ

Di sala 1976'an de li Komeleya Yekîtiya Karkerên Tirkiyeyî ya Hollandayê (HTÎB) dest bi karên destpêkê yên hunerê kir. Hozan Zinar bi navê 'Hozan Harabî' tevlî konseran bû. Di destpêka salên 1980'î de li ser mijara Kurd û Kurdistanê bi endamên HTÎB'ê re nîqaşên giran kir û piştî van nîqaşan dawî li têkiliya xwe ya bi wan re anî.

Di sala 1981'ê de li bajarê Den Haag ê Hollandayê di çalakiya şermezarkirina faşîzma 12'ê Îlonê de derkete ser dikê û ji bo yek ji kadroyên PKK'ê Salîh Kandal ê ku sala 1979'an li Sêwerkê di şerê dijî eşîra Bûcak de şehîd bû, strana 'Lo Saliho' got, bi vî rengî bi rengekî çalak tevlî nava têkoşîna azadiyê bû.

DAMEZRANDINA HUNER KOMÊ

Tevî komek ji welatparêzan di sala 1982'an de tevlî karê damezrandina Navenda Çanda Kurd a Amsterdamê bû. Di sala 1983'an de cihê xwe di nava karên avakirina Huner-Komê de girt û li Hollandayê bi berpirsyariya karên hunerê yên têkoşîna azadiyê rabû.

RÊWÎTIYA BER BI GELIYÊ BEKAAYÊ VE

Hozan Zinar bi rengekî çalak tevlî karên Koma Berxwedan û radyoya Botanê ya li Amsterdamê bû. Di sala 1989'an de çû Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Geliyê Bekaayê, li vê derê salekê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî pêvajoya perwerdeya îdeolojîk bû. Di dema perwerdeya leşkerî de jî parçeyekî şarapnelê lê ket û ji lingê xwe yê rastê birîndar bû.

Demekê li Lubnanê hate dermankirin û piştre xwest biçe çiyayên Kurdistanê. Ji ber ku nikarîbû baş bimeşe, neçar ma ku vegere Ewropayê.

Hozan Zinar li Ewropayê li Îngilistanê, welatên Skandînavyayê, Yewnanistanê û Hollandayê tevlî gelek karên siyasî û hunerî bû.

BI BERHEMÊN XWE DENG VEDA

Hozan Zinar li gelek çalakiyên li Ewropayê cihê xwe li refên herî pêş girt, di dema karên li nava Huner-Kom û Koma Berxwedan de mohra xwe danî binê gelek berheman.

HETA KÊLIYÊN DAWÎ LI BER XWE DA

Di sala 1998'an de hîn di temenekî gelekî ciwan de hevjîna wî jiyana xwe ji dest da. Di sala 2004'an de teşhîsa kanserê lê hate danîn û piştre dest bi tedawiyê kir. Li gel zor û zehmetiyan û pirsgirêkên tenduristiyê jî karên siyasî û hunerî heta dawiyê meşand.

Herî dawî di 15'ê Sibata 2010'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê telvî meşa ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan hatibû kirin bû, di Gulana 2011'an de piştî ku bavê wî Emrûllah Îz jiyana xwe ji dest da, xwîn rijiya ser mejiyê bû.

Hozan Zinar li Amsterdamê 3 hefteyan li nexweşxaneyê ji bo jiyanê li ber xwe da, lê di 29'ê Gulana 2011'an de jiyana xwe ji dest da. Bavê 4 zarokan hunermend Hozan Zinar li warê xwe Ekecîkê hate veşartin.