Dengbêj û stranbêja siberojê: Herêm Nêrgiz

Herêm Nêrgiz ji malbatek muzîkhez e û hîna di temenê biçûk de eleqeya wê ya ji bo dengbêjiyê destpê dike. Îro kilaman dibêje, distêre û perwerdehiya dengbêjî û tembûrê dibîne.

Di wêjeya devkî ya Kurdî de dengbêjî xwedî cihekî girîng e. Li Kurdistanê ji dîrokê ve heta niha bi hezaran serpêhatiyên mîna êş, evîn, zilm, şer û komkujî, bi klamanên dengbêjan heya roja îro hatine. Carnan Evdalê Zeynikê, carnan Mîrê Botanê û carnan jî Mem û Zîn dibin mêvanên klamên dengbêjan. Komkujî, hovîtî û lehengiya Kurdan a ku bi salane hewl didin ku bidin ji bîr kirin bi saya dengbêjiyê ji nifşekî derbasî nifşek din dibe. Ligel gotina her klamekî rêwîtiya raborî ber bi pêşerojê ve ji nû ve dest pê dike. Divê çanda qedîm de dengê jinên Kurd çanda dengbêjiyê bêtir xweştir dike. Dengbêjiya jinan jî di nava civaka Kurd xwedî cihek taybet e. Yek ji van dengbêja ciwan a Kurd Herêm Nêrgiz (17) e û mirov dikare bêje ew namzeta dengbêjî û kilambêjiyê ye. Nêrgiz ji temenê zarokatiyê de eleqeya wê ji bo dengbêjiyê destpê dike û ev du sal e li Akedemiya MA Muzîkê perwerdehiya dengbêjî û tembûrê dibine.

'HER KLAMEK DENGBÊJIYÊ DÎROKEKE'

Nêrgiz, di sala 2004’an de li navçeya Farqîna Amedê hatiye dinê û du sal e bi hunerê re mijol dibe. Nêrgiz dibêje, dema ku mirov zimanê hunerê bizane, dikare di nava çand û hunerê de cihê xwe bigre û wiha axivî: “Dema mirov vê hunerê bi zimanê xwe bike, wate û nirxê wê hîn giran buha dibe. Ziman ne tenê axaftine, ziman xwebûn û hebûna mirovan e. Civak û mirovek bi zimanê we heye û tê naskirin. Zimanê Kurdî jî dihêla hunerê de weke behrek bê serî û bîn e. Ev du sal e ez di nava hunerê de me û hewldidim dengbêjiyê hîn bibim. Ez li Akedemiya MA Muzîkê perwerdehiya dengbêjî û tembûrê dibînim. Tembûr û klamên dengbêjiyê yên ku ez distêrim, tenê bi hunerê re namîn e, ji bo min mîna hevalekê ne. Bi tembûr û klamên dengbêjiyê bêhna min tê der. Wextê ku ez xwe nebaş hîsdikim, dengbêjiyek dibêjim û min ji vê dinyayê dibe dinyayek din. Her klamek dengbêjiyê dîrokek zîndî ya civaka Kurd e. Ji bo vê yekê ez di nava dîrokê de têm û diçim.”  

MERYEM XAN, EYŞE ŞAN Û FATMA ÎSA MÎNAK GIRT

Nêrgiz dibêje, ew hîna heft salî bûye wê li klamanên dengbêjiyê guhdar kiriye û wiha qala çîroka xwe ya hünere kir: “Di malê de timî em li dora bavê xwe kom dibin û wî ji me re di Stêrk Tv de bernameya ‘Şevbirka Dengbêjan’ vedikir û me lê guhdar dikir. Timî bavê min li ser dengbêjiyê bi me re nîqaş dikir û qala dengbêjiyê ji me re dikir. Timî dengbêjên jin bala min dikêşa û min jî dixwest ez weke wan klaman bibêjim. Dengbêj Meryem Xan, Eyşe şan û Fatma Îsa min ji xwe re mînak digirt. Her demê bavê min ji me re qal dikir û digot, ‘dengbêjan çi jiyan kiriye û bi şêwazê klaman û bi rêya dengbêjiyê vegotine’ Vê yekê gelek bala min dikişand û min ev huner gelek mereq dikir. Li ser vê mereqê min klamên dengbêjiyê jiber kirin û niha jî dikarim bixwînim. Herî zêde min ji klama Meryem Xan ‘Dotmamê’ hezdkir.”

'JINÊN DENGBÊJ DI MUZÎKA KURDÎ DE JINAN ANÎ CIHEK AZAD'

Nêrgiz anî ziman ku ew kilam û stranan bi hev re dibêje û wiha pê de çû: “Kilambêjî û stran bextewariyê dide min.  Li gorî min muzîka Kurdî bi saya dengbêjiyê ava bûye û heta roja îro hatiye. Dengbêjên Kurd ên nemîr bi awazên xwe yên xweş dîroka Kurdan timî zindî hiştiye. Dengbêjî dewlemendiya herî mezin ya Kurdan e. Divê çanda qedîm de dengê jinên Kurd çanda dengbêjiyê bêtir xweştir dike. Dengbêjiya jinan jî di nava civaka Kurd xwedî cihek taybet e. Jina Kurd di qada stranbêjî ango muzîka Kurdî de gelek tengezariyên mezin kişandine.  Hunermendên jin ên van tengezariya kişandin wek mînak Ayşe Şan û Meryem Xan in. Dema ez jiyana wan dixwînim û li wan guhdar dikim, ji min re dibin mînak. Heke wan di wan şertên zor de pêşiya van tengezariyan venekirina, belkî îro me jî bi awayek azad di nava civakê de nikaribûya hûnera xwe nîşan bida. Di esasê xwe wan di muzîka Kurdî de jinan anîn cihek azad. Hemû astengiyên pêşiya hunermendên jin rakirin. Em jî îro wek şagirtên wan li ser rêya wan têkoşîna xwe ya muzîkê didomînin.”

'DIVÊ CIWAN XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN'

Jina ciwan a dengbêj Herêm Nêrgiz, di dawiya axaftina xwe de ji ciwanan xwest li çanda xwe ya dengbêjiyê xwedî derkevin û wiha got: “Di roja îro de ciwanên me girîngiyê bi dengbêjiyê nadin û dengbêjî ji wan re biyanî tê. Timî ji bo hevalên xwe weke ez dizanim ez qala dengbêjiyê dikim û ji wan re klman pêşniyar dikim û dibêjim. Dengbêjî hunerek pir mezine ji bo min. Divê hemû ciwan di ferqa hunera xwe de bin û xwedî li vê çanda giran buha derkevin. Ji ber ku mirov bi çand û hunera xwe tê naskirin, kesê dîrok û çanda xwe nasneke û nizanibe weke mirovek bê hişe. Divê her timî ev çand were parastin û zindî bê hiştin.”