Dengbêj Cemalê Mihê rehmet kir

Dengbêjê navdêr ê herêma Botanê Cemalê Mihê yê ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, ji ber şewba koronayê rehmet kir.

Dengbêjê navder ê herêma Botanê Cemalê Mihê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê tedawî dibû, 7 roj berê bi şewba Covîd-19'ê ketibû û ji ber vê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat tedawîkirin. Lê belê duh ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Dengbêj Cemalê Mihê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Mihê wê sibê li goristana Şirnexê ya Asriyê bê definkirin.

CEMALÊ MIHÊ KÎ YE?

Cemalê Mihê di sala 1957’an de li gundekî girêdayî navenda Şirnexê hatiye dinê û ji biçûkatiya xwe ve dengbêjiyê dike. Wî heta niha bi dehan stran û kilamên herêma Botanê striye û gelek klîban çêkiriye. Li gelek dîwanên dengbêjan cih girtiye û beşdarî gelek konseran bûye.

Bavê wî li herêma Botan zirnebêjekî bi nav û deng e. Wî gelik stranên Kurdî bi zirnê gotine. Di 6-7 saliya Cemal de bavê wî jêre Xeremafonekê dikire. Ew ji guhdariya Mihemed Arif, Hesen Cizîrî, Seîd Axa, Ehmed Axa, Îsa Berwarî, Evdilezîzê Leşker û Eliyê Firamez dike. Ew di serî de herî zêde di bin bandora Mihemed Arif, Hesen Cizîrî û Îsa Berwarî de dimîne.

Di 13-14 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Di serî de ew stranên şera dibêje. Di sala 1973’an de ji bo karwaniyê diçe Zaxo û banda xwe ya yekem li Zaxo, li malekê dadigire.

Di 1991’an de diçe Başûrê Kurdistanê cem Îsa Berwarî. Lê nabêje ez Cemalê Mihê me. Piştî sihbeta wan diqede Îsa Berwarî dibêje hûn ji ku hatine? Ew ji dibêje em ji Şirnexê hatine.

Cemalê Mihê 63 salî ye. Bavê 9 zarokane, 4 kur 5 keçên wî hene. Ew li Şirnexê dijiya.